Serrûpel Nûçe “Divê Ewopa zêdetir alîkariya penaberan bike”

“Divê Ewopa zêdetir alîkariya penaberan bike”

Belav bike


Di hevdîtinê de şanda ewropî li ser armanca serdana xwe ji bo Îraqê û herêma Kurdistanê axifî û diyar kir ku ew dixwazin agahdariyên berfereh li ser rewşa penaberiyên Sûriyê li herêma Kurdistanê û Îraqê wergirin.

Şanda mêvan spasî û destxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê kir, ji bo wê alîkariya ji bo penaberan pêşkêş kir û dike.

Şanda ewropî her wiha diyar kir, ew alîkariya ku hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo penaberan pêşkêş dike, li gora welatên din alîkariyeke berze û cihê rêzgirtinê ye. 

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî, spasiya xwe ji bo serdanê kir û xwest ku ew ligel parêzgar û wezîran di pêwendiyê de bin ji bo ku bizanibin çawa alîkariya penaberan bikn.

Barzanî her wiha dupat kir, ku hikûneta Kurdistanê li gor derfetên xwe wê ji bo penaberan alîkar be û ji Yekîtiya Ewropa kir ku bêhtir bikeve nava pirsgirkêkê û çi yekser, çi jî bi riya UNHCR alîkariya xwe zêde bike.

Her alî her wiha li ser hinek pirsên siyasî li herêmê jî axifîn.