Serrûpel Nûçe “Ocalan ne mumkune di Newroza 2015 de azad bibe“

“Ocalan ne mumkune di Newroza 2015 de azad bibe“

Belav bike

Namzedê AKPê yê şaredariya Amedê di hilbijartinên 30ê Adarê yên Tirkiyê Galîp Ensarîoglu ku li hember namzeda BDPê ya şaredariya Amedê Gultan Kişanak, bin ketibû, îro li Amedê civîneke rojnamevaniyê li dar xist.

Galîp Ensarîoglu, behsa hilbijartinan kir û ragihand, ji bo wan aramî û aştî li Amedê girîng e ji ber wê jî encamên hilbijartinan çi dibe ew hurmetê nîşan didin lewma 3 saetan piştî eşkerebûna encamên hilbijartinan, pîrozbahî li namzeda BDPê Gultan Kişanak kiriye û jê re gotiye, “Em ji we xizmetê dixwazin, eger tiştek bekeve ser milê me em amade ne alîkarî bikin.”

Ensarîoglu, behsa pêvajoya aştî û çareseriyê jî kir û got, hemû astengên li hember ziman û nasnameya kurdî hatin rakirin, niha tenê li hember mafên çandî û demokratîk asteng hene ew jî du asteng in; ya yekê pênaseya welatîbûnê ye û ya din jî perwerdeya zimanê dayikê ye ku ev jî bi guhertina madeya 62 a destûrê û hinek qanûnên din tên rakirin.

Li gorî wî parlamenterê AKPê, divê piştî van gavan êdî PKK hemû hêzên xwe derxîne derveyî welat û bi awayekî zelal nîşan bide ku dixwaze çekên xwe berde lê li aliyekî din divê qanûnek bo rewşa girtiyan, yên serê çiyê û Ewropayê were dariştin û danîn.

Galîp Ensarîoglu, derbarê daxuyaniyên rayedarên BDPê yên derheqê berdana Ocalan de ku gotibûn “Ocalan dê sala 2015an were berdan” de jî got, ev gotinên wiha tenê bo kêfxweşya xelkê hatine gotin ji ber ku ew jî dizanin em jî dizanin ku Ocalan nikare di Newroza 2015an de azad bibe.

Ensarîoglu li ser îhtimala namzediya serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bo serokomariyê jî got, li gorî min namzedê herî bihêz bo serokomariyê serokwezîr e lê ez hez dikim serokwezîr wek serokê hikûmetê bimîne da ku bikaribe pêvajoya çareseriyê pêşve bibe û Tirkiyê ber bi demokrasiyeke bihêz ve bimeşîne. Rûdaw