Serrûpel Nûçe Yaşar Kaya piştî 20 salan vedigere Tirkiyê

Yaşar Kaya piştî 20 salan vedigere Tirkiyê

Belav bike

Ew di sala 1938 li Dîgora ser bi Qersê ve li bakurê Kurdistanê ji dayîk bû ye, li Istanbolê fakulteya aboriyê xwendiye. Di doza 49. de ji ber pirsa Kurdî hatiye girtin. Di sala 1959 de serbest hatiye berdan.

Li Istanbolê di gelek şîrketan de kar kiriye. Dîsa ji ber pirsa kurdî di sala 1968 de ji bo Konya hatiye sirgûnkirin.
Di sala 1991 de yek ji damezrênerên Qeqfa Kurdî bûye li Istanbolê.

Xwediyê rojnameya roja Özgür Gündem bû, li Istanbolê, piştre bû serokê Partiya DEP.

Di sala 1994 de neçar ma ji Tirkiyê derveke û li Almanya li bajarê Kolnê bi cih bû.

Li Ewropa bû serokê Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat.

Ew xwediyê gelek pirûkan e, bi kurdî û tirkî nivîsandine.


Ewê piştî 20 salan, roja 16.04.2014 vegere Tirkiyê.

Heta niha ew di dilê xwe de 3 caran hatiye emeliyatkirin.

Ew di navbera Hewlêrê û Almanya – Kolnê de dijiya.

AVESTA KURD