Ew berê li Almanya bû, bi stayla xwe ya kuafêriyê, bi show û modêlên xwe di medyaya almanî de dibû manşêt û deng dida.
Ev demeke wî berê xwe daye Hollanda û li wê derê çend cihên kuafêriyê vekirine. Di nava Hollandiyan de hatiye naskirin û hezkirin.
Ew yek ji ciwanên Kurd yên serkeftî ye li Ewropa.
Ji ber ku modêlên ciwan û cuda ji bo ixtiyarên Hollandî afirandin stylaên cuda ji wan re çêkirin û girîngiyeke taybet daye wan, ew ji aliyê klîseyê ve li Hollanda hate xelatkirin.
Navê Xelata wî jî Xelata Niyetên Baş e.