Serrûpel Magazîn Şevek ji bo Ganî Nar

Şevek ji bo Ganî Nar

Belav bike

Lê mîxabin piştî bi dehan caran hate binçavkirin û dawî jî zindan, neçar ma ku wek gelek hunermendên din ên kurd malbat, dost û hevalên xwe bêhêle derkeve derveyê welat û nekaribe di şîn a dayik, bav û birayê xweda amede bibe û ser saxi bipejrîne…  heta naha  jî ev hesret û durbuyîna wî ji malbat û welat her berdewame..

 

Ev demek dirêje ku hun jî dizanin hunermendê kurd bi nav û deng bi nexweşîyek giran re ru bi ruye, lê bi îradeyek mezin li ber xwe dide û rewşa wî roj bi roj ber bi başbunê ve diçe.

Em carek din dibêjin derbazî be û em hêvîdarin ku demek nêzda bighêjî tendirustîya xwe û hesreta te a bi salan bi dawî bibe…

 

Her wiha di vê dema nexweşîya giranda jî hevalê me Ganî Nar dest ji kar û xebata xwe ya hunerî berneda bi zor u zehmetîyek mezin albumek nu derxist û pêşkêşî gûhdervanên xwe kir, 

 

Me jî wek hevalên wî-wê ên hunermend û dostên ên ku wî bi tenê nehêştin me xwest em jî ji bo piştgîrî Konsertek amede bikin, wefa u sipasîya xwe pêşkêşî wî bikin..

 

Bê guman di rojên waha de  em çav li rê ne ku dost û hevalên hunermend, huner hez, sazî û çapemenî bi taybet jî gel me bi tenê nehêlin û li gel mebin. 

 

Ji naha va em bi rêz û hurmet  sipasî ya  hemu sazî û kesayetên ku piştgirî ya me dikin û hemu kesên ku wê beşdar bibin dikin. 

 

Bi rêz û hezkirin…

Komîteya amedekar