Serrûpel Nûçe Kîjan (PDK) eslî ye?

Kîjan (PDK) eslî ye?

Belav bike

Çend roj berê partiya kurdî ya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) bi fermî ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hat pejirandin. PDK-Tê roja 3ê Sibata îsal bi fermî serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabû.

Li hember vê yekê, Serokê Platforma Kurdên Demokrat û Serokê berê yê PDK-Bakûr Sertac Bûcak, beşdarî bûltenya saet 17:00 a Rûdaw TV bû û ragihand, ti pêwendiyeke wan bi PDK-T re tine ji ber ku partiya orjînal PDK-Bakûr nek PDK-T.

Sertac Bûcak, bi tundî rexne li PDK-Tê jî kir û got, nedibû wê partiyê navê PDK li xwe kiriba ji ber ku ev kar ne exlaqî ye her wiha xebata PDK-Babakûr jî binpê dike.

Bûcak diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê îsal hatiye avakirin lê partiya PDK-Bakûr sala 1965an li Amedê û bi navê PDK-T hatiye damezirandin û wiha axivî: “Navê partiya nû TPDK ye nek PDK-T ji ber ku navê partiya eslî PDK-T.”

Sertac Bûcak ku serokê berê yê PDK-Bakûr e, anî ziman ku bikaranîna navê partiya wan ji aliyê partiyeke din ve exlaqî nîne û dibe sebeba derxistina tevliheviyê çimkî piştî ragihandina wê partiyê gel pîrozbahî li wan dikin lê ew ji gel re dibêjin ku ti pêwendiyeke wan bi partiya nû re tine.

Li gorî Bûcak, zêdebûna partiyan tiştekî normal e lê divê hemû partiyên kurd li ser pirsa Kurdistanê yekdeng bin lê em bi xwe bawer in û em li ser rêya Barzaniyê nemir dimeşin, em xwe wek partiyeke opozîsyon nabînin û ti partiyeke kurdî jî mîna dujmin nabînin.

Sertac Bûcak destnîşan kir ku divê pirsa kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin helbet mafê kurdan ên dewletek serbixwe jî heye lê şert û mercên vê yekê niha tine.

Serokê Platforma Kurdên Demokrat eşkere kir ku li gorî wan sîstema federalîzmê li Tirkiyê dikare pirsa kurd çareser bike lê beriya vê yekê divê sîstemek demokratîk li Tirkiyê çêbibe. Rûdaw