Serrûpel Nûçe Mihemedê Hadî jî mir

Mihemedê Hadî jî mir

Belav bike

Cenazeyê hunermend Mihemedê Hadî li gundê wî Yaremez li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bi xakê hat spartin.

Tenbûrvanê kurd Mihemedê Hadî yekemîn kes bû ku li herêma Kobanî berî zêdetirî 50 salan dest bi tenbûrvaniyê kiribû û ew li herêmê navdar bû.

Wî ji gelek dengbêjên gelêrî re li tenbûrê xistibû wek Baqî Xido, Mamedê Kaşo, Bozan Ehmed û bi tenbûrvaniya xwe gelek berhemên filiklorî ligel wan dengbêjan tomar kiribûn.

Ji ber astengiyên aborî û nîrên jiyanê yên dijwar, Mihemedê Hadî gelek caran dûrî huner û tenbûrê ketibû, lê di van salên dawiyê de dîsa ew li tenbûra xwe vegeriyabû.

Berî wefata wî bi demekê, Mihemedê Hadî ji kamîreya Rûdaw re axifî bû û behsa vegera xwe ya li tenbûrê û li ser hişyariya keç û xortên Kurdan axifîbû. Rûdaw