Serrûpel Magazîn Hunermendan ji “Ganî Nar“ re stran gotin (FOTO)

Hunermendan ji “Ganî Nar“ re stran gotin (FOTO)

Belav bike
Konserta ku komîteya bi rêvebir ( Delîl Dîlanar, Ûsiv Alo, Nizamettin Ariç, Ayten Ataman, Musa Ataman, Mesut Gülşen û Zîlan Nar ) û ji alîyê gelek dost û hevalên hunermend Ganî Nar ve hatibu amedekirin. Bi pêşkêşvanî û rêvebirîya hûnermend Sakîna Teyna û Delîl Dîlanar destpêkir, nêzî sîh hunermend derketin ser dikê û her yek stranek pêşkêş kir, ber bi dawî Ganî Nar û keça xwe Zîlan Nar behevra çend stran gotin û sipasîya hemû beşdarvanan kirin ( divê demê de salon gişt rabûn serpîya û bi rêz Ganî Nar pêşwazî kirin bi axaftin û dengî wî re em gelek xemgîn bûn..)  dawî hemu hunermend behevre derketin ser dikê û çend stran gotin. Bernamek gelek dewlemend û bi beşdarbunek xurt heta derengîya şevê domkir.. piştî bernamê Ganî Nar CD’ ya xwe ya ku nu derketibu ji bo beşdarvanan îmze ( kol ) kir û sûretan kişandin.

  Bê gûman ez wek beşdarvanek him kêyfxweş bûm û him matmayî û hin caran jî xemgîn bûm.. her tişt di cîhde bi rêk û pêk bu. Wek bernameyek te digot qey bi mehane li ser xebat hatîye kirin..!  lê tişta herî balkêş ew bû kû min paşê bihîst ne sazbend û ne jî solîst tu prova nekirine.. berî ku bername dest pê bike pêşkêşvanan çend caran dûbare kirin û digotin ” ji kerema xwe hûnermendên kû hatine û di nav beşdarvanan de roniştine bila me agahdarbikin, ji bo kû em wan jî beşdarî bernamê bikin.”

   Bi salane ez beşdarî konsert û çalekîyan dibim,
lê taybetîya vê şevê ev bu kû hemu kes te digot qey ayetek pîroz dixwînin nabe şaşitî çêbibe..  ên ku derdiketin ser dikê, ên ku xizmet dikirin û kesên kû gûhdardikirin bi berpirsîyartîyek xwezayî bi rêz îhtiram beşdar dibun. mêvan tunebun hemû kes mazuvan bun. 
   Hunermendên ku beşdarî şevê bûn, Sakîna Teyna,Delîl Dîlanar,Nizamettin Ariç,Beser Şahin, Dilovan,Ozan Şahin,Semi, Zeynel Aba,Ozan Aydin ,Yilmazê Seydo,Trio Mara,Rojan Delyar,Hekimo,Kenan Kaplan Seren,Necla Saygili, İpek Recber, Nazê İşxan, Nurê Dilovanî,Reşo Dilovanî,Bariş Boyraz,Fikret Dağ,Emrah Oğüztürk,Koray Berat Sari,Eren Yildirim  û Erdal koc.

Avesta kurd koln