Hemû lîstikvanên ku di fîlmê de cih girtine, ji xelkê herêma Kobanî ne û cara yekemîn derdikevin pêşberî kamerayê.
Fîlm behsa serpêhatiya ciwanekî bi navê Ronî dike ku ji Ewropa bi rêdikeve û li diya xwe ya li Sûriyê girtî digere.
Fîlm wê beşdarî yek ji mezintirîn festîvalên sînemayê li Ewropa Locarno bibe.
Derhênerî fîlmê Şiyar Abdî, niha li Hewlêrê ye û amadekariya senaryoyenek nû dike.
Abdî berê derhêneriya fîlma Meş jî kiribû ku gelek xelatên navdewletî standibûn.