Ernesto Che Guevara Guevara bijîjkekî Arjantînî yê ciwan bû. Bi Fîdel Kastro re ji bo li dijî dîktator Batista têbikoșe bû gerîlla. Ew ji wê demê ve ji bo nifșan bûye mînak. Piștî Fîdel Kastro nasnavê Che li Ernesto Guevara danî, ew ji wê demê ve ji hêla milyonan ve wekî Che tê naskirin. Piștî peywirên postên siyasî yên di nava hikûmeta Kubaya sosyalîst de, wî biryar da destpêkê biçe Afrîka û ji wir jî Amerîkaya Latîn. Armanca wî ji vê yekê jî ew bû ku bingeha tevgerên șoreșgerî li wan welatan ava bike. Ew di dema pevçûneke li Bolîviyayê de dîl hate girtin û piștre jî ji hêla sîxurekî CIA ve hat kuștin. Piștî kuștina wî, ew li seranserî cihanê bû sembola berxwedanê ya li dijî bindestiyê û ya rizgariyê. Posterên wî li seranserê cîhanê di nava hemû posteran de herî zêde hatine firotin. Îdealên wî yên ji bo civakeke baștir ji hêla nifșan ve wekî nimûne têne destnîșankirin.
Pênc zarokên Ernesto Che Guevara hebûn. Çar ji wan niha li Kubayê dijîn. Keçeke wî jî miriye. Keça wî Aleida Guevara, ku bi xwe jî bijîjk e, li Enstîtûya Che Guevara ya Lêkolînî ya li Havannayê kar dike. Me li mala Aleida Guevara ya li Havannayê serdana wê kir. Em li ser karên wê yên li enstîtûyê, jiyan û gerên bavê wê û rewșa Kurdistanê axivîn. Wê di hevpeyvîna xwe de ev peyam da: “Divê Kurd xwediyê armancên hevpar û yekdengiyê bin. Eger bavê min îro li jiyanê bûya, ewê li aliyê Kurdan bûya û çawe wî wekî Arjentîniyekî ji bo gelê Kûbayê tekoșiya, ewê niha ji bo azadiya Kurdan jî têbikoșiya.”
Rûdaw: Hûn dikarin xwe bi kurtî bidin nasîn?
Aleida Guevara: Navê min Aleida Guevara ye. Ez 53 salî me û yek ji pênc zarokên Ernesto Che Guevara me. Ez bijîjk im û li Havannayê dijîm, li Enstîtûya Che Guevara ya Lêkolînan dixebitim. Herwiha ez dayika 2 keçan im.
Xwișk û birayên we jî di nava siyasetê de çalak in?
Hemû Kubayî di nava siyasetê de çalak in. Ev yek nayê wê wateyê ku divê mirov endamê partiyê be. Heman tișt ji bo xwișk birayên min jî derbas dibe.
Hûn çi karî li enstîtûyê dikin û ji kengî ve ev sazî heye?
Di fermiyetê de merasima vekirina vê enstîtûyê hêj pêk nehatiye. Ev 20 sal in em di vî beșî de kar dikin. Lê merasima vekirina fermî hêj pêk nehatiye. Em dixwazin șopên Che Guevara biparêzin, ji bo haya mirovan ji ramanên wî çêbibin. Ka wî çawa armancên xwe pêkdianîn û pêșdîtinên wî çi bûn.
Karê bingehîn yê enstîtûyê çi ye?
Mixabin derfetên me yên aborî nînin. Em bi weșanxaneyên kapîtalîst re kar dikin. Ev tê wê wateyê ku divê em berheman bikirrin û bikin xizmeta bazirganiyê de. Berhem wisa nakevin destên herkesî de. Hemû berhemên Che Guevara ji hêla UNESCOyê ve wekî mîratên cîhanî hatine pejirandin.
Bi vê yekê hûn arîkariya darayî ji UNESCOyê wernagirin?
UNESCO dixwaze berhemên Che Guevara biparêze. Ku em bixwazin bi berhemên Che Guevara kar bikin, wê demê divê em digel UNESCOyê kar bikin. Lê belê pereyên UNESCOyê di bankayên Amerîkayê de ne. Pirsgirêk ev e. Ji dema șoreșa Kubayê ve embargoya Amerîkayê li ser Kubayê heye. Ev tê wê wateyê ku ev pere nikarin li Kubayê bikevin xizmetê, ji ber destûra Neteweyên Yekbûyî ya vê yekê nîne.
Bavê we ji bo ciwanan kesayetekî mînak e. Ew ji bo ciwanan çi dibêje, divê ciwan çawe tevbigerin, çi peywira civakî dikeve ser milê ciwanan?
Ti recete ji bo ciwanan nînin. Bavê min di nivîsên xwe de ji ciwanan daxwaz dike ku spontane bin. Bila nebin teorisyonên kevin lê belê bila li gora dema nû û ciwan bimînin. Bavê min Che Guevera digot ciwanekî ne afirêner nabe dînamîk û yekî ne dînamîk jî be her kesekî ji rêzê dimîne. Rêzgirtina temendirêjan divê hebe lê di heman demê de jî xwetevlîkirina minaqeșeyên temendirêjan û pê re jî kirina cihê pirsiyariyê ya hertiștî divê hebe. Pêwist e ciwan tevlî minaqeșeyan bibin, cih û sekna xwe diyar bikin û pê re jî ji temendirêjan daxwazên xwe bikin. Bêguman di nava xwe de pêwist e ciwan bikaribin ramanên xwe destnîșan bikin, digel hurmetê, ji yên din ronkirinê bixwazin. Daxwazek ji ciwanan heye, beriya hertiștî hesasiyet û piștgirî. Pêwist e ciwan di nava xwe de gellekî hevkar bin, bi hev re armancên xwe destnîșan bikin û bi awayekî çalak ji bo van daxwazan bi tevger bin. Ne tenê li hemberî temendirêjan, li hember siyasetvanan jî. Divê ciwan li gor vê yekê pêșiya hertiștî serhildêr bin.
Çima girîng e li Ewropayê piștgirî ji bo Kubayê hebe?
Jose Marti digot, kî îro piștevanê Kubayê be, ew piștgirê herdeman e. Jose Marti ev yek di sedsala 19. De, dema ku Kubayê șerê serxwebûnê dikir, digot. Kuba îro welatê herî azad yê li cihanê ye, tenê welat e ku ji hêza herî mezin ya cihanê Amerîkayê re dibêje “Na” û wisa dewam jî dike. Vê yekê ji me re serxwebûn û desthilatdarî anî. Mirov dikarin bêjin ku Kuba vê yekê dikare, çima em nikaribin. Welatekî biçûk yê mîna Kubayê dikare ji cîranê me yê bi hêz serbixwe bimîne. Ev nimûneya wê yekê ye ku berxwedan serdikeve û dikare serkeftî jî be, ji bo gel û netewan mezinbûn û biçûkbûna welatan ferq nake. Ev biryareke gelan e. Em dijîn, ji ber em dibêjên erê ev yek pêkan e. Yan jî bi gotinên bavê min: “Bila em realîst bin û em hemû tiștêm ku pêkan nayên dîtin biceribînin.”
Bavê we tê bîra we?
Mixabin gellekî hindik tê bîra min. Lê belê ew bavekî dilovan û bi evîn yê xwedî dilekî wekî cihanê bû.
Ernesto Che Guevara li kû derê geriya û çû kîjan welatan?
Li Almanya, Spanya, Krowatsya, Frensa û seranserî Ewropayê.
Ew çûbû Rojhilata Navîn jî?
Belê, ew çû Misir, Beyrûd û Filistînê jî. Wî gellekî ji bo doza Filistînê xebat kir. Bavê min herwiha çû Sûriyê û Kurdistana Sûriyê jî.
Bavê we çûbû kû dera Sûriyê?
Ew çûbû Șamê û Helebê. Li gor nivîsên wî, gelê Kurd gellekî mêvanperwer e û Kurdistan welatekî gellekî xweș e.
Li cihanê 40 milyon Kurd dijîn û dewleteke wan nîne. Kurd hê jî ji bo azadiya xwe têdikoșin. Bavê we wê îro ji bo gelê kurd çi bigota?
Zehmetiyên real hene. Divê mirov bi hev re li ser armancên hevpar kar bike. Gelê kurd gellekî ji hev belav bûye, bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dabeș bûye. Divê destpêkê de cihekî xwe peyda bikin. Divê sînorek were danîn û hemû partî bi daxwazên hevper derkevin himberî wan dewletan û civaka navneteweyî. Îsraîl di vî warî de nimûneyeke baș e. Ew li her derê belavbûyî bûn. Piștî șerê duyemîn yê cihanê dewleta Îsraîlê hate avakirin û diviyabû Filistîniyan xwe pașde bikișanda. Ez bawer nakim ku ev yek wê dubare bibe. Lê divê cihekî hevpar were dîtin. Mafê gelan yê jiyanê heye. Cihan bi awayekî rêya jiyanê dide. Divê em li erdekî ku bikaribin lê bijîn bigerin. Divê mirov yekgirtî be û li aliyên hevpar bigere. Ev pirsgirêka mirovê niha dijîn ya sereke ye. Mesele ewe ku em bihevre armancên real yên hevpar peyda nakin. Herkes li tiștekî digere, tișta ew dibêje ku ya rast ya wî ye. Ku yekîtî nebe, hêza ku lê were guhdarkirin jî nabe. Tișta em di cihana me ya niha de dibînin ev yek e.
Ez beriya demeke kurt li Misrê bûm. Ligel Liga Erebî ango Yekîtiya Erebî bûm. Lê di rastiyê de mirov nikare behsa yekîtiyê bike. Eger yekîtiyeke Ereban heba, tenê ji bo hûrmeta ji Filistîniyan re mabe jî, Lîga Erebî wê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re birrîba. Kubayê ev yek kir. Me wekî welatê ku herî zêde hatiye dorpêçkirin, ji ber hûrmetdayina Filistîniyan têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re birrîn.
Li seranserê cihanê tenê me ev yek ji bo Filistînê kir. Çima cîhana erebî vê yekê nake? Ev helwesta wan li dijî hișyarkirina yekîtiyeke real e. Lê belê wan hay ji vê yekê nîne, ji ber berjewendiyên wan yên aborî ji nirxên ew pê radibin pêșdetir in. Xwișk û birayên kurd jî xwedî heman pirsgirêkê ne. Pirsgirêk di vê yekê de ye. Divê xwe bikin yek, di destpêkê de platformeke diyalogê ya ku armancên hevpar tê de werin gufûgokirin damezirînin.
Di nava têkoșîna rizgarîxwaz ya gelê kurd de rola jina kurd gellek e. Dema hûn li dîrokê dinêrin, hûn çi li ser difikirin?
Piștgiriya navnetewî ji hemû ramanan bihêztir e. Piștgiriya ku di qada navnetewî de bi hev ve hatibe girêdan, dikare hertiștî bi dest bixe. Dema ji bo armancekê li cihanê jinek hebe, ev tê wê wateyê ku ev têkoșîn bêhtir kamil bûye. Em têkoșînê ne tenê ji bo ramanê didin, herwiha ji bo siberoja cihanê jî. Bi malzaroka xwe. Ev yek di têkoșînê de hêzeke mezin dide. Jose Marti digot: “Ku jin jî bi awayekî çalak bi te re be, tu yê biserbikevî.”
Li Tirkiyê beriya çend hefteyan hilbijartinên herêmî lidarketin. Partiya kurdî BDPê li her cihî bêhtirîn jin wekî namzet danîn û li cihên ku bi misogerî wekî șaredar werin hilbijartin bicihkirin. Çi gotina we ji bo van jinan heye?
Ez hemû hevrêyên hatine hilbijartin pîroz dikim. Beriya herkesî xwișkên min yên Kurd. Karekî gellekî zehmet li pêșiya wan e. Li vê cihana ku mêr desthilatdar in, xwebirêvebirin gellekî zehmet e. Ez ji bo hemûyan serkeftinê dixwazim di karên wan ê ji bo dinyayeke wekhev û azad e. Ez pê hisiyam ku cara yekemîn di dîroka Kurdistanê de li paytexta Kurdistanê Amedê wê jinek șaredariyê birêvebibe. Ez gellekî bi vê nûçeyê kêfxweș bûm. Ez ji Gultan Kișanak û hemû xwișk birayên din re di karên wan de serkeftinê dixwazim.
Ku îro bavê we li jiyanê ba, hûn bawer dikin wê piștgiriya tekoșîna azadiya Kurdistanê bikira?
Wî di sala 1966ê de got ku divê tirsa gelan ji emperyalîzmê nebe. Bingeha emperyalîzmê li ser pêkûtiya me ye. Divê em jê netirsin. Dema em behsa aștiyê bikin û zarokeke ku dikare were dermankirin ji ber nexweșiyê dimire, dema em behsa aștiyê dikin û jin û mêr betal in, xaniyekî wan yê mirovane nebe, bila wê demê aștî li cihanê nebe. Ji bo em vê aștiyê pêk bînin û hișmendiya berpirsyartiya mirovan șiyar bikin, divê em hemû rêbazan bikin dewrê û di nav de têkoșîna çekdarî jî. Ez di wê baweriyê de me ku bavê min jiyaba, ewê li aliyê gelê Kurd bûya û wê bi wan re têbikoșiya. Tișta wî wekî Arjentîniyekî ji bo Kubayê kir, wî yê ji bo gelê kurd li Kurdistanê jî șer bikira.
Hûn xwe weke Arjentîniyekê yan jî Kubayiyekê dibînin?
Ez xwe weke Kubayiyekê hest dikim. Ez li vira hatim dinyayê û li vir mezin bûm. Zehmetiyên min jî wekî yên hemû kesên ku li welatekî biçûk mezin bûne hene. Em hemû mecbûrê vê axa biçûk in. Ez Jose Marti dișopînim. Wî digot, evîna li hemberî niștiman ne ji bo wê axa em pêlêdikin e. Ev kîna li dijî wan kesên ku zext li me kirine di rastiyê de tolhildana ji kesên ku êrișî me dikin e. Ev evîna ji bo niștiman e. Niștiman dikare li hemû deverên cihanê be. Ji bo me Kubayiyan Amerîkaya Latîn hemû niștiman e.
Peyameke we ji bo gelê Kurd heye?
Ez ji kurahiya dilê xwe bi têkoșîna we ya serxwebûn, aștî û azadiyê re me. Herçiqas ez bi hezaran kîlometre ji we dûr jî bim. Bavê min ji beriya 60 salan digot: “Divê șoreșgerek bikare hemû neheqiyên li hemû cihên cihanê hest bike û êșa wan mirovan bijî, wekî ev neheqî li dijî wî bi xwe be. Ez silavan li gelê bi rûmet yê Kurdistanê yê têkoșer dikim! (Rûdaw)