Çalakiya ceribandina rekorê “sifreya taştê ya herî qerebalix a dinyayê” bi hevkariya Walitiya Wanê, Şaredariya Mezin a Wanê û Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (OPB ya Wanê) ve li Parka Çandê ya Ataturkê ya li rex Keleha Wanê hat lidarxistin.
Qelebalixiya ku ji saet 07.00ê sibehê û pê ve ji tûrnîkeyan derbasî qada çalakiyê bûn, kêfa sifreyên qelebalix derxistin. Di çarçoveya çalakiyê de hin komên mûzîkê derketin ser dikê û komên folklorê jî govend girtin. Di saet 09.00an de tûrnîke hatin girin û bi starta Nûnera Guinessê ya Tirkiyeyê Şeyda Subaşi Gemîciyê ve gel dest bi xwarina taştê kir.
Nûnera Guinessê ya Tirkiyeyê û Hakema Tescîlkirî Gemîcî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 2001ê û pê ve rekor nehatiye şikandin û wiha dewam kir: “Ev rekor bi 18 hezar û 941 kesan ve yê Amerîkayê bû. Ez ji bo Amerîkayê li ber xwe dikevim, bila ji Wanê re bixêr be. Rekorekî nû yê dinê. Wanê bi 51 hezar û 793 kesan ve rekor şikand.”
Gemîciyê li dû axaftina xwe bawernameya ku ji aliyê Guinessê ve hat amadekirin radestê Şaredarê Wanê Bekir Kaya û Serokê OPB ya Wanê Necdet Takva kir.
Serokê OPB ya Wanê Takva spasiya hemû beşdarvanan kir û wiha got: “Me hemûyan li gel hev ev rekor şikand. Me bi vî rekorî sifreya aşitî û biratiyê bi hev re danî. Bila ji Wanê re bixêr be.”
Welatiyên ku ji ber şikandina rekorê Guinessê kêfxweş bûn gonevd gerandin û xoron tepandin. (hawarnet)