Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima 39emîn salvegera damezirandina YNKê de got, damezirandina YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû. Barzanî, her wiha diyar kir, PDK bi hevpeymaniya digel YNKê şanazî dike.
Li Hewlêrê, merasima 39emîn salvegera damezirandina YNKê hat lidarxistin. Di merasimê de nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.
Di merasimê de, peyama pîrozbahiya YNKê ji aliyê Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Dr. Berhem Salih ve hat xwendin.
Dr. Berhem Salih di peyama xwe de, diyar kir ku divê her kes qedrê destkeftên Herêma Kurdistanê bizane û got, pêşhatên girîng li benda Herêma Kurdistanê ne.
Cîgirê Talebanî, her wiha behsa rewşa Talebanî kir û got, înşala em di merasima bê de Mam Celal jî di nav xwe de bibînin.
Piştî Berhem Salih, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, peyama partiya xwe pêşkêşî YNKê kir û got, damezirandina YNKê pêwîstiyeke dîrokî bû ji ber wê jî PDK şanaziyê bi hevpeymaniya digel YNKê dike.
Nêçîrvan Barzanî, li ser tenduristiya Talebanî jî axivî û got, nexweşketina Mam Celal valahiyeke mezin e li Iraq û Kurdistanê ji ber wê jî hêviya min ew e ku her çi zûtir baş bibe û vegere Kurdistanê.
Serokwezîr her wiha got ku wan tu caran YNK ji xwe re weke tehdîdekê nedîtiye.