Belavkirina wan wêneyan, wan dayîk û dapîrên Kurd biçûk dikin û xurura wan dişkînin.
Her kes dizane ku belavkirina wan wêneyan tenê bi mebesta propagandaye, ji ber ku her kes dizane jî ku ew dayîk û dapîrên hêja wê nikaribin wan klaşnîkovan biteqînin.
Ew partî û rêxistinên ku dest danîne ser rojavayê Kurdistanê, bi çûkkirina dayîkên Kurd propagandayê ji xwe re dikin û berjewendiyên xwe pê diparêzin.
Komeleyên mafên jinan xwe amade dikin ku rê li pêşiya wê diyardeya çekdarkirina dayîk û dapîrên Kurd bigirin.