Serrûpel Nûçe KCK komkujiya li Celewla şermezar kir

KCK komkujiya li Celewla şermezar kir

Belav bike


Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê got, “Em komkujiya rêxistina çete ya bi navê El Qaîdeyê, ku li nahiyeya Celewla ya Xaneqînê li dijî hêzên YNK’ê û gelê me bi hovane pêk aniye, lanet dikin. Ji malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.”

Di daxuyaniya KCK’ê ya li ser komkujiya li Celewla de, ku herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ev xal hat destnîşankirin:

“Li dijî vê rêxistina çete ya ji mirovahiyê derketiye û bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn, gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê, di çarçoveya hurmeta li jiyana mirovan em bang li her kesî û hemû hêzan dikin ku têbikoşin. Rêxistina El Qaîdeyê ku li Rojavayê Kurdistanê bi serjêkirina jin û zarokan komkujiyan dike û di her firsendê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan tîne ziman, hebûn û azadiya gelê Kurd kiriye hedefa xwe. Komkujiyên xwe li gel Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê jî kiriye. Lê belê divê hêzên El Qaîdeyê yên dijminên mirovahiyê baş bizanibin, ku ti hêz wê nikaribe hebûn û vîna Kurdan bişkîne. Kî êrîşî hebûn û azadiya gelê Kurd bike, wê qat bi qat bersivê bibîne.

Ev komkujiya li Celewla careke din nîşan daye ku yekitiya neteweyî ya Kurdan wezîfeyeke çiqasî lezgîn e û nabe were taloqkirin. Em bang li hemû hêzên welatparêz û têkoşer dikin, ku li dijî van êrîşên hovane têkoşîna hevpar bilind bikin û yekitiya neteweyî ya Kurd pêk bînin.” anf