Mescîoglû li Taxa Abdurrahman Gazî rûdinê û şofêriya minîbûsekê dike. Mescîoglû tir bi îmkanên xwe di bexçeyê mala xwe de çêkir û gelekî bala welatiyan jî dikşîne.
Mescîoglu got armaca wî ya ewil ew bû ku bi motoreke avê ve wesayitekê çêke. Mescîoglû dîsa got lê ev daxwaza wî pêk nehat û wî jî biryar da û tenê bi motora Murat 131ê wesayîtekê çêbike.
Mescîoglu got ku navê tirê, bi kurtasiya navê xwe Îsmaîl Mescîoglu kiriyê ÎMES û modela wê jî kiriyê dîroka fetha Stenbolê û daniye ”Şah 1453″.
Mescîoglu wiha axivî:
“Min li ser gotina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ya ku “Ez mêrxasekî ku wesayîteke welêt çêbike digerim” ev wesayît çêkir. Ji ber vê yekê jî mîn plaka wesayîtê kir 65 RTE 65. Ez ne mêrxasekî mezin im lê tişta ji destê min tê ev e.” AA