Di hevpeyvîneke de ligel televizyona Fox News a Amerîkî de, Hayden derbarê rewşa niha ya İraqê de got: ‘’Ji Amerîka berevaniyê li berjewendiyên xwe bike û canê hevwelatiyên xwe li wan navçeyan biparêze, divê Amerîka hevkariya Kurdan bike.’‘
Michael Hayden wiha axifî: ‘’Çima em hevahengî û hevkariyê ligel Kurdistaneke xwedan serbixweyiyeke zêde nekin, daku em pêgeha xwe li navçeyê biparêzin, li wir jî em dikarin îstîxbarateke baş û pêwist kom bikin, em dikarin ji wir desthilata Amerîkayê bikar bînin li beramber wan cihên ku metirsî ne bo ser berjewendiyên Amerîkayê.’‘
Hayden tekez kir ku İraq, Sûriye û Lubnan dewletên çêkirî ne û ji aliyê dîplomatên Ewropî ve hatine çêkirin û wiha pêde çû: ‘’Di dawî de İraq bi ser sê herêman de tê parçekirin. Ji mêj de ev rastî li ba Kurdan zelal bûye ku mesela İraqeke yekgirtî bi dawî bûye. Eger em berê xwe bidin bûyerên vhe dawiyê jî, Kurdan yekser berê xwe dan dergehê mezin, rasterast çûn nav Kerkûkê, evna jî nîşaneke ku hest pê dikin leyistik bi dawî bûye. Niha ew navçe ketine destê wan ku dixwestin, ji ber hemû tiştek radiweste û welat ber bi nemanê diçe.’‘
Lê di heman demê de li gor Hayden, îdareya Obama karekî xelet nake dema zextê li aliyên siyasî yên İraqî dike ku hikûmeteke berfireh a koalisyonê pêk bînin. Hayden herwiha pêşniyar kir ku Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî îstîfa bike. bas