Serrûpel Magazîn “Em jinên Tirk ên har!”

“Em jinên Tirk ên har!”

Belav bike


Îşev xewa min reviya…
Min televîzyon vekir.
Reklamên pornografiyê bû..

Di reklamê de..
Berê bi almanî..
Û piştre bi tirkî..
Jinek diqîriya..
“Azgin Turk kadinlariz”..
Em jinên Tirkin ên har..
090…

Li Almanya..
Em diçin ku..
Tirkan li himber xwe dibînin..
Çi bi xêr..
Çi bi “xerabiya” xwe.

Serê her riyekê girtine.

Kurd..
Ne bi xêr..
Ne bi “xerabiya” xwe..
Tune ne.

Ji bo Almanya..
Ne di rojeve de ne.

Hebe..
Tunebe..
Tirk.
Tirkiye.