Serrûpel Nûçe Malpera Rûdawê dest bi weşana bi tirkî jî kir

Malpera Rûdawê dest bi weşana bi tirkî jî kir

Belav bike

Tora medyayî ya Rûdawê, weke gaveke din, ji bo berferehkirina karê xwe yê medyayî, di malpera Rûdawê, dest bi weşana bi zimanê tirkî kir.

Sernivîserê beşa tirkî ya portala Rûdawê Mehmet Oguz, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, berî destpêkirina beşa tirkî jî, di çend salên derbasbûyî de, çavkaniyeke zanyariyan bû ji bo medyaya tirkî û ji bo ew kesên ku bi tirkî dixwînin.
 
Oguz her wiha got, ji niha û pê ve dê bêhtir li pêş be û dê bêhtir bibe çavkaniya nûçeyan ji bo medyayê li tirkiye û ew xwendevanên ku bi tirkî dixwînin.

Mehmet Oguz her wiha got, malpera Rûdawa Tirkî, li ser Facebook û Twitterê jî dest pê kiriye, tenê duhî 151 hezar kesî serdana wan kiriye. 

Birêveberê dîjîtal portala Rûdawê Hêmin Lehonî jî ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku, zimanê tirkî zimanekî girîng e li nevçeyê û ev jî ji bo me gaveke girîng e. 

Lehonî got, ji niha ve ez destxweşiya hevkarên xwe diyên beşa tirkî de dikim, em mizgîniyê didin xwendevan û temaşevanên xwe di demeke nêzîk de, beşa erebî ya portala Rûdawê jî dê dest bi weşana xwe bike.