Serrûpel Nûçe PKK nehîşt Emerîka û Pêşmerge êrîşî Şengalê bikin!

PKK nehîşt Emerîka û Pêşmerge êrîşî Şengalê bikin!

Belav bike

Li gor çavkaniyeke hikûmeta Amerîka li Washingtonê, gefê gerîleyên PKK, ew hewla hêzên taybet ên artêşa Amerîka têkbirin, bo derxistina devera Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê. Ji ber ku Amerîka bi ti awayekî neamade ye ku hemahengiyê ligel PKK bike, ji ber ku heta niha navê PKK di nav lîsteya terorê ya Amerîka de ye.

li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge li devera Şingalê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PKK ye li Rojavayê Kurdistanê, niha li Çiyayê Şingalê navendeke perwerde kirinê vekiriye bo endamên Tevgera Çaksazî ya Ezdî, ku ew tevger dibîne êzdî ne kurdin û neteweyek cûda ne, herwiha di hemû hilbijartinên devera Şingalê de, hevrikiya listeyên hevbeş ên Kurdî kiriye, herwiha dijatî di navbera gelek endamên wê tevgerê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de heye.

Li gor daxuyaiya wî fermandeyê Pêşmerge, piştî girtina devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzke ji Pêşmerge piştî 3 rojan, wate roja 6ê tebaxê, rêyeke rizgar bûnê bo 10an hezar kurdên êzdî vekir, ku ji bo xweparastinê çûbûn Çiyayê Şingalê û li wê de asê mabûn.

Ew rê, ji Çiyayê Şingalê dest pê dike û di bajarokê Sinûn ê ser bi qeza Şingalê ve derbas dibe bo Rojavayê Kurdistanê. Li wê de jî kurdên derbedr ên êzdî carek din di deriyê Sêmalka ve derbarî qeza Zaxo li Başûrê Kurdistanê dibin.

Piştî vekirina wê rêyê ji aliyê Pêşmerge ve, ku Pêşmerge bi hemahengî ligel YPG çûbû devera Şingalê û beşek ji wan bi helikopter li deverê daketibûn. Gerîleyên PKK û YPG, piştî ku Hêzên Pêşmerge ew rê vekirin, çûn ser Çiyayê Şingalê. Niha ew dixwazin baweriyê bi xelkê deverê bînin ku wan xelkê devera Şingalê parastine û Pêşmerge ew neparastine û naparêze jî. Herwiha çend carekê jî ajans û televîzyonên ser bi PKK ve, di her du rojên yekem ên girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, belav kirin ku wan bajarê Şingalê ji dest DAIŞê derxistine, lê ew bajar hê di bin destê DAIŞê de ye.

Kurdên êzdî di derbedriyê de di rewşek gelek xirab de dijîn, heta niha zêdetirî 115 hezar bi rêya deriyê Sêmalka re gihiştine parêzgeha Dihokê. Ew dixwazin rojekê zûtir vegerin gund û bajarokên xwe.

Şeva borî, ajansên nûçeyan ên cîhanî belav kirin ku, artêşa Amerîka li ser Çiyayê Şingalê daketibû da êrîşî çekdarên DAIŞ li Şingalê bikin, lê li gor zaniyariyên piştrast ên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji çavkaniyên agehdar ên hikûmeta Amerîka û çavkaniyên Kurdî, ew êrîşa ku amadekarî bo dihat kirin û navendên medyayî li Amerîka jî xwe bo wê amade dikirin, li ser Çiyayê Şingalê hat tekbirin, bi sedema gef û astengiyên gerîleyên PKK û YPG.

Amerîka û welatên rojava, piştî êrîşa DAIŞ li ser Şingalê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, ragihandin ku ew alîkariya Pêşmerge dikin, bo bergirîkirin û rûbirûbûna DAIŞê. Lê PKK û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê siyasî yê PKK li Rojavayê Kurdistanê ye, dibêjn ku divê ew piştgirî li her sê kantonên wan jî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Ew her 3 kanton heta niha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya (ENKS), ku mezintirîn eniya siyasî ye li derveyî PYD, êtîraf bi wan nekiriye.

Kantona Cezîrê di 10ê tebaxê daxuyaniyek belav kir ku tê de rexne li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve kirin ku re piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê dikin, lê piştgiriya kantonên wan li dijî DAIŞê nakin.