Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê, Yasîn Mehmûd di daxuyaniyeke taybet de ragihand ku, li Mûsil, Tikrît, Selahedîn û hinek navçeyên din ên ketine destê DAÎŞ’ê, rêjeyeke zêde ji pereyên xelkê Kurdistanê û verberhêneran ketiye dest wê rêxistinê, hinek ji wan pereyan di bankan de bûn û hinek jî di projeyan de ne.
Yasîn Mehmûd amaje bi wê yekê da ku projeyê veberhênanê yên veberhênerên Kurd li wan navşeyan hebûn, lê niha hemû hatin ragirtin û çarenivîsa wan nediyar e. Navborî got: “Wek ku me şopandiye û ligel wan sermadaran axifî ne, nêzîka 1 milyar dolar ê xelkê Kurdistanê li cem DAÎŞ’ê ye.”
Roja 10’ê Hezîranê çekdarên DAÎŞ Mûsil kontrol kirin û piştire bajarê Tikrît jî girtin û heta niha di wan navçeyan de şer heye. Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê got ku, bo vegerandina wan pereyan ew nizanin ku dê gotûbêjê ligel kê bikin, ti derfetek ji axeftinê re ligel DAÎŞ nîne, tiştê heye divê ew pirs bibe dozek û radestî hikûmeta bê ya Iraqê bê kirin da ew kesên ku pereyên wan çûne bên tazmînat kirin.
Yasîn Mehmûd eşkere kir ku hejmara wan sermayedarên Kurd ên ku pereyên wan çûne gelek in, lê hejmar nediyare û beşek ji wan her newêrin biaxivin. Li gor ku navborî li ser zarê yekî ji wan sermayedaran aşkere kir, nêzîk 300 milyon dînar ê wî sermayedarî di banka Mûsilê de bûn, lê jiber rewşa ku derketî niha çarenivîsa wan pereyan nediyare, lê amaje bi navê wî sermayedarî nekir.
Ji aliyek din ve çavkaniyekê ji Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi riya serokatiya hikûmetê ew hewil didin dozekê amade bikin û bişînin Bexdayê da sermayedar û veberhênerên Kurd bên tazmînat kirin. BAS