Serrûpel Nûçe Weşana Kurdî ya Ajansa Anadol 1 salî ye

Weşana Kurdî ya Ajansa Anadol 1 salî ye

Belav bike

Sala Servîsa Nûçeyên Kurdî ya Anadolu Agencyê temam bû. Anadolu Agencyê di çarçoveya vîzyona sala 100emîn de Servîsa Kurdî di 1ê îlona 2013an de vekiribû.  

Servîsa Kurdî ya AAyê bi herdu zaravayên soranî û kurmancî dest pê kir û di demeke kurt de bû çavkaniya herî girîng ya medyaya kurdî û hejmara aboneyên xwe derxist 21an. AAya ku di çarçoveya “pêbawerî”, “bêalî”, “exlaqî” û “lezgînî”yê de nûçeyan çêdike, wêne û dîmenan dikşîne, bi weşana kurdî ve bû sedema pêşveçûna pêvajoya demokratîkbûnê. Nûçeyên ku li Hewlêr û Enqereyê hatin çêkirin, bûn sedema biratî û aştiya gelê herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê. Weşana kurdî bû sedema pêşveçûna nûçegihanî û zimanê nûçegihaniya kurdî. 

AA hat tercîhkirin

Piştî weşana kurdî ya AAyê medyaya kurdî AA tercîh kir. Li herêma Kurdistanê saziyên medyayê yên li bajarên wek Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûkê bûn aboneyê AAyê. 

Kanalên têlevîzyonê yên wek KNN, NRT, Kerkûk TV, Tirkmenelî, Zagros, Payam, Gelî Kurdistan, War û Kurdistan TV; rojnameyên wek Kurdistana Nwe, Hawlatî, Xebat, Basnews û Destûr; Kovara Civilê, Radyoya Gel, malpera înternetê ya bi navê Kurdîûyê bûn aboneyên AAyê û peymana abonetiyê îmze kirin. Li Tirkiyeyê jî TRT Şeş, Haber.com.tr, Haberdiyarbakir.com û rojnameya Tîgris Xeber bûn aboneyê AAyê. Bi vî rengî hejmara aboneyên weşana kurdî derket 21an.  

Xebatên ewilîn

Ji bo weşana kurdî xebatên ewilîn di nîsana 2013an de dest pê kirin. Ji bo ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li Hewlêrê ekîbeke baş bê çêkirin, bi rojnamegerên ciwan re milaqat hatin kirin. Dema ku kadro hat çêkirin bi taybetî kesên ku di beşa xwe de pispor in, yên ku pirtûkên kurdî nivîsîbin, gotar wergerandibin û li ser kurdî lêkolîn kiribin hatin neqandin.

Ekîba ku hat çêkirin pişt re di Akademiya Nûçeyan ya AAyê de di mijarên wek çanda saziyê, rê û rêbazên bingehîn ên nûçegihaniyê de ji rojnamegerên pispor û ji mamosteyên zanîngehan ders hildan. Piştî kutakirina pêvajoya perwerdeyê ji meha hezîranê û pê ve weşanên ceribandinê dest pê kirin. Weşana kurdî bi awayekî fermî di 1ê îlona 2013an de dest pê kir.

Dengekî geş veda

Weşana kurdî li Enqereyê di avahiya midûriya giştî de bi kurdiya kurmancî; di ofîsên ku li Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê hatin vekirin de jî bi kurdiya soranî ya ku bi herfên erebî tê nivîsandin dest pê kir. Servîsa soranî û kurmancî rojê teqrîbî 70 nûçe servîs kir. Destpêka weşana kurdî ya AAyê dengekî geş veda. Ji saziyên medyayê bigrin heta zanîngeh, siyasetmedar û welatiyan gelek kesî bertekên erênî nîşan dan. 

“Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyazên Çareseriyê”

Andolu Agencya ku dixwaze li herêmê bibe çavkaniya sereke ya nûçeyan, ji bo ku nûçegihaniya kurdî pêş ve biçe pêşengtiya xebatan kir. 29ê gulana 2014an de bi mazûvaniya AAyê ”Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyazên Çareseriyê” hat lidarxistin û akdemîsyenên pisporê mijarê, lêkolîner û rojnameger li ser nûçegihaniya kurdî sekinîn, çareserî û pêniyazên xwe pêşkêşî raya giştî kirin. Her wiha komxebat bû sedema pêşveçûna pêvajoya demokratîkbûnê jî. 

Bikaranîna zimanê nûçegihaniyê

Ji bo ku pirsgirêkên zimanê nûçegihaniya kurdî bên çareserkirin, bi Zanîngeha Mardîn Artuklu û Mûş Alparslanê re xebatên hevpar dest pê kirin. Vê gavê jî xebata AAyê ya ji bo ferhenga kurdî û tirkî berdewam e. Her wiha AA dixebite ku li ser zimanê medyayê û têgehên medyayê jî pirtûkekê derbixe. 

Serdana dîrokî ya Diyarbekirê ji AAyê hat şopandin

Bi weşana kurdî ve geşedanên li Tirkiye û Iraqê ji AAyê hatin şopandin. Medyaya kurdan hevdîtina dîrokî ya Diyarbekirê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdodan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ji AAyê şopand.

AAyê rewşa êzdî û tirkmenan ragihand dinyayê

Nûçegihanên AAyê yên li herêmê reva êzdiyên li Şengalê, drama tirkmenan, rewşa jiyana kêmnetewe û mensûbên dînên din û rewşa şerê di navbera pêşmerge û DÎŞIyê de bi nûçe, wêne û dîmenan ragihand dinya û medyaya kurdan.

Anadolu Agency vê gavê di çarçoveya vîzyona salvegera avakirina xwe ya 100emîn de ji bilî tirkî, îngilizî, erebî, BHS (boşnakî, Xirvatî, Sirbî), rûsî, kurdî û fransî weşanê dike.