Serrûpel Nûçe DAIŞ li Mûsilê zimanê kurdî qedexe kir

DAIŞ li Mûsilê zimanê kurdî qedexe kir

Belav bike
Berpirsê ragihandinê di liqê 14 yê PDK de, Seîd Meûzînî ragihand ku li Mûsilê, çekdarên DAIŞ, li Kurdan qedexe kir ku bi zimanl kurdî biaxifin.

Memûzînî got, DAIŞ duh fermana qedexekirina zimanê kurdî derxist.

DAIŞ ji xelkê re gotiye nabe li tu deran kesek bi zimanê kurdî biaxife, û her kesî ku bi wî zimanê biaxife, wê yekser were cezakirin, li got Memûzînî cezayê wî kesî wê kuştin be.

DAIŞ her wiha qedexe kiriye ku jin bêhicab derkevin derve, jina ku bê hicab were dîtin, wê were cezakirin, ceza jî, wê qamçîkirina wê jinê be.

AVESTA KURD