Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvînek ligel Dengîr Mîr Mehmet Firat

Hevpeyvînek ligel Dengîr Mîr Mehmet Firat

Belav bike
Alîkarê berê yê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) û siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku divê Tirkiye siyaseta xwe ya li hember Rojhilata Navîn biguherîne û wiha got: “Ji ber ku dema DAIŞ li Iraqê gihîşt armancên xwe dê Tirkiyeyê jî bike hedef. Pêşmergeyên ku li wir şehîd dibin ji bo Tirkiyeyê jî şehîd dibin.”

Alîkarê berê yê Serokê Giştî yê AK Partiyê Dengîr Mîr Mehmet Firat, li ser rojeva siyasî ya Tirkiyeyê bersiva çend pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Piştî êrişên DAIŞê hêzên kurdî nêzîkî hev bûn û li hember DAIŞê bûn yek. Hûn vê rewşê çawa dibînin?

Firat: Ez pir baş dibînin lê pir dereng ma. Di heyama hezar salan de cara yekê ye bextê kurdan vegeriyaye. Eger kurd perçe û belav bibin ji kurdan zêdetir xêra dujminên kurdan tê de ye. Bûyerên li Rojavayê Kurdistanê vê yekê baş nîşan dide. Tirkiye ji destpêkê ve heta niha li dijî tevgera Rojava ye. Kêmasiya her du aliyan, him Rojava him jî PDKê, “ez-ezî” ye li gorî min. lê divê êdî ev arîşe bên çareserkirin. Ji ber ku rewş wiqasî hestiyar bûye ku di nav deryaya Ereb û Ecem de eger kurd hîn jî bi hev re nakok û ji hev dûr bin dibe ku vê firsenda niha bilez ji dest bidin.

Ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me nek tenê li dijî DAIŞê êdî bila di her warî de bibin yek û hevkar bin. Divê vê yekbûnê nekin qurbana şerê sivik ê lîdertiyê û berjewendiyên biçûk. Ez piştrast im ku eger yek li dijî vê jî derbikeve wê demê gel dê wî mehkûm bike. ez dixwazim ev rewş di warên din jî de çêbibe û ji ber wê jî ez aliyan pîroz dikim.

Amerîka dixwaze DAIŞê bide sekinandin û ji bo vê jî dest bi xebatê kiriye. Lê Tirkiye bi germî nêzîkî mudaxeleya leşkerî nabe. Tirkiye divê di vê qonaxê de çawa tevbigere?

Tirkiye ji destpêka ve di siyaseta xwe ya rojhilata navîn de xeletî kir. Tu nikarî di şert û mercên niha de bêjî ez dixwazim rêbertiya herêman ku di bin destê Osmanî de bûn, bikim, çimkî ne li gorî siyaseta realîstî ye. Tu nikarî mercên sedsala 16an derbasî sedsala 21an bikî.

Diviya Tirkiye rola navbeyinkariyê bilîsta lê ev yek nekir. Di şer û aloziya Sûriyê de bû aliyê hinekan girt ji ber wê jî neçar ma piştgirî û alîkariyên maddî bide komên radîkal ên îslamî. Lê Tirkiye di ferqa wê de nebû ku rojekê ev alîkarî dê bibe bela serê wê.

Her çiqas DAIŞê destpêka wisa nîşan da ku bi rêjîma Esed re şer dike lê herî dawî li Mûsilê Konsulxaneya Tirkiyeyê girt û mirovên li wir dîl girt. Li Mûsilê konsulxaneyên din jî hebûn lê tenê êrişî ya Tirkiyeyê kir ev jî nîşan dide ku siyaseta Tirkiyeyê xelet e.

Gelo ev siyaseta Tirkiyeyê ya li hember DAIŞê dê were guhertin?

Piştî ku DAIŞê êriş kir welatên rojava dorpêça çekan li ser Kurdistanê rakirin û çek danê. Li gorî min nerazîbûna Tirkiyeyê li hembe vê yekê xeletiyekî mezin e. Diviya Tirkiye beriya her kesî ev alîkarî bikiriba nek li dijî vê yekê derketiba. DAIŞ tenê Kurdistanê tehdîd nake ji ber ku piştî Iraqê dê berê xwe bide Tirkiyeyê jî. Pêşmergeyên ku li wir şehdîd dibin ji bo Tirkiyeyê jî şehîd dibin.

Divê Tirkiye siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike û bi awayekî aktfî tevlî çareserkirina pirsgirêka DAIŞê bibe.

Nabe Tirkiye di nav cîhana erebî de alîgirê bike û divê erka xwe ya hekemtiyê bicîh bîne. Divê Tirkiye vê yekê baş bizanibe ku eger dixwaze li Rojhilata Navîn de bi zimanekî stratejîk bipeyîve tenê şirîkekî wê heye ku dikare pê bawer bike ew jî gelê kurd û dewleta kurdî ye.

Eger Tirkiye bi awayekî aktîf rola xwe nelîze gelo dê çi bandorekî li ser pêvajoya çareseriyê û têkiliyên wê bi Herêma Kurdistanê re bike?

Ez bawer dikim ku rayedarên kurd (Başûr) pir bi vê yekê êşiyane. Jixwe dema birêz Fuad Husên û Nêçîrvan Barzanî hatin Tiriyeyê mijara wan ya serekî DAIŞ bû. Tirkiyeyê di warê stratejîk de duyemîn xeletî kiriye. Eger Tirkiye dixwaze li wê herêmê bibandor be divê bi kurdan re dostanî û tifaqeke rûrast û zelal bike. Eger wisa nebe Tirkiye dê li Rojhilata Navîn de zirarên mezin bibîne.

Bi hezaran sal in tenê kurdan xiyanet li tirkan nekirine. Eger Tirkiye siyaseta xwe rast neke dê tirk ji kurdan zêdetir zirarên bibînin.

Dengîr Mî Mehmet Firat Kî ye?

Sala 1943an li navçeya Kahtayê ya Semûrê ji dayîk bûye. Beşa hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê xwendiye. Yek ji demezirênerên AK Partiyê ye. Firat her wiha heyamekî bû alîkarê Serokê giştî yê AK Partiyê û parlamenterî jî kiriye.

Firat ji ber siyaseta AK Partiyê ya li hember kurdan bi partiya xwe re nakok bû lewma di hilbijartinên 10ê Tebaxê yên serokomariya Tirkiyeyê de dengê xwe da namzedê kurd Selahedîn Demîrtaş nek Erdogan.

Wî siyasetmetmedarê kurd paşê ji partiya xwe dûr ket. (Rûdaw)