Serrûpel 2014 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2014

“Ji sedî 85’ê DAIŞ’a Îraqê, Îraqî ne“

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Giwêr Sîrwan Barzanî ragehand ku ji sedî 85’ê wan kesên niha bi navê DAİŞ’ê li İraqê şer dikin, xelkê İraqê ne û ji Baasiyên berê û Suneyan pêk tên ku pirsgirêkên wan ligel hikûmeta navendî hebûn.

Parlamenter ji bo Kobanî li Cenevê ketin greva birçîbûnê

Parlamenterên HDP’ê bi armanca bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser êrîşên çekdarên DAIŞ’ê yên ser Kobanê dê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Yekemîn dîmenên êrîşa li dijî DAIŞ li Sûriyê

Yekemîn dîmenên êrîşa li dijî DAIŞ li Sûriyê

Qedera zarokên sêwî yên komkujiya Șengalê

Çend roj pêșda hevalekî Kurdê Êzdî ji weletekî Ewropayê min ra bi têlê axivî. Geleki nerehet bû ji bo qedera zarokên komkujiya Șengalê yên ku sêwî û bêxwedî mane. Digot zivistan nêzîk dibe, halê wan zaroka wê çawa bibe? Xwestina wî ew bû ku gelek malbet di bajarê wî da hene dixwezin wan zaroka hildin û xweyîkin. Dixwest bizanibiya bi rêya kê karin xwe bigihînin wan ciyê fermî.

Kadirên PDK-S êrîşî ofîsa partiya xwe kirin

AVESTA KURD - Li Hewlêrê ji bo şermezarkirina bêdengî û sistbûna helwesta serokatiya partiya xwe (Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê) hejmareke mezin ji endamên partiyê berê xwe dane ofîsa Partiyê û bêdengiya partiya xwe li hember êrîşên DAIŞ li ser Kobanî şermezar kirin û xwestin serokatiya Partiyê dest ji kar bikişîne.

Nêçîrvan Barzanî li ser Kobanî çi got?

AVETSA KURD - Di serdana xwe ya Duhokê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Kobanî kir û wiha got:

Suriye: Emerîka 50 caran êrîşî DAIŞ kir

AVETSA KURD - Du derengê şevê heta serê şefeqê, balafirên şer yên Emerîkî li Reqa û Tebqa 50 caran êrîş birin ser bargehên DAIŞ û El Nusra. Di encamê de ziyaneke mezin gihişte DAIŞ û Nusra. Li aliyê din wezareta derve ya Emerîka ragihand ku haya wê ji êrîşê hebû.

Li benda emrê serok Barzanî ne

AVETSA KURD - Berdevkê wezareta Pêşmergeyan Emîd Helgurd Hikûmet ji medyayê re ragihand ku pêşmerge amade ne biçin Kobanî û şerê terorîsên DAIŞ bikin, lê ew li benda biryara serokatiya herêma Kuridstanê ne. Di vê derbarê de heta niha tu biryar nestandine.

Dîmenên nû li ser sînorê Kobanî

Dîmenên nû ji li ser sînorê Kobanî, sînorê bi Surucê re, li bakurê Kurdistanê, sînor hîn jî girtiye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com