Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyê
Sefîn Dizayî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî Foruma Aborî ya Cihanê ya li Stenbolê bibe.
Pîlota F16 bargehên DAIŞ bombebaran dike
AVETSA KURD - Pîloteke ji Îmarat, ya balafira şer F16, bargehên DAIŞ li Sûriyê bombebaran dike. Raîd Meryem El Mensûr ya ji Îmarata Erebî, di şerê li dijî DAIŞ de beşdar dibe. Ew yekemîn jina ji welatekî Erebî ye ku bi balafira xwe F16 şerê DAIŞ dike.
Raîd Meryem El Mensûr li Abu Zebî ji dayîk bû ye, xuşka 3 keç û 3 biran e.
“Lê eger daxwaz were kirin…“
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roja 22ê vê mehê, di pireskonferensekê de behsa serdana xwe ya du rojî bo bajarê Duhokê û encamên civînên digel walî û berpirsên îdariyên wîlayeta Duhokê kir. Serokwezîr hev rê digel cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Duhokê kir daku haydarî rewşa wîlayetê bibin û kar û çalakiyên yekîneyên îdarî li bajêr yên di warê dihewarhatin û pêşkeşkirina alîkariyan bo wê himara zêdeya penaber û koçberan bilind nirxandin.
“Tirkiya Xayîn!
Lihewarnehatina Tirkiyê di aliyê leşkerî de, wiha dike ku ev helwest li gor raya giştî ya Kurdistanê wek têkçûna Şoreşa Îlonê û hevkarî nekirina Amerîkayê û Peymana Cezayirê bê şîrovekirin. Bi nêrîna gellek kesan ew lihewarnehatin hem xayîntî ye li Kurdên Başûr û hem jî windakirina siyaseta PDKê ye li hember girêdana pişta xwe bi Tirkiyê.
Balafirên li derdora Kobanî êrîşî DAIŞ kirin
AVESTA KURD - Balafirên şer yên Emerîka û hêzên hevpeyman, li derdora Kobanî bargehên DAIŞ bombebaran kirin.
“YPG wê heta dawiyê Kobanêyê biparêze”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hişyarî da ku rêxistina DÎŞIya ku bajarê Kobanêyê dorpêç kir "Qetlîama ku li Sîncarê kir dê vir jî bike"
Duh Şengal, îro Kobanî sibe dora kîjan herêmê ye?
Bedbextîya kurdaye here mezin ewe, ku ew dost û dijminên xwe nas nakin, bêtifaqin, tenê bi hevra xurtin, her yek dibê: ezim serok!
RÛDAWê dawî li çapa xwe ya Ewropa anî
Gava me plana derxistina çapa Ewropa ya rojnameya Rûdawê danî, me pirr bi hêvî dest bi vî karî kir. Di yekem gotar de, bi boneya derketina hejmara yekemîn, min nivîsîbû ku em dixwazin hemû parçeyên Kurdistanê û bûyerên hemû kurdan li ser rûpelên rojnameya Rûdawê berçav bikin, da ku yek rojeva hemû kurdan bibe yek.