Kerry got, avêtina çekan bi riya balafiran ji bo şervanên Kurd li Kobanî, alîkariyek bû di dema krîzê de hate kirin û tenê mudaxeleyek bû.
John Kerry ji Tirkiyê re got, siyaseta wan beramber herêmê û tiştê ku li Kobanî diqewibe weke berê ye û tu guhertin têde çênebû ye.
Kerry got me nikaribû pişta xwe bidin kesên ku li hember DAIŞ şer dikin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê wiha got, ez bi rayedarên Tirk re axifîm, serok Obama jî axifî, me eşkere got siyaseta Emerîka weke berê ye, ew rewşeke awarte bû, tiştê ku me kir, di dema krîzan de tê kirin, ne tiştekî exlaqî bû jî ku em pişta xwe bidin wan kesên ku li dijî DAIŞ şer dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi riya balafirên Emerîkî çek ji Kobanî re şandin, ev jî bûbû cihê dilgiraniya Tirkiyê, daxuyaniya John Kerry jî li ser wê yekê bû, ji bo rayedarên Tirk piştrast bike ku siyaseta wan li hember PYD nehatiye guhertin.