Serrûpel Nûçe DAIŞ zeytûnên Kobanî dibe Reqayê

DAIŞ zeytûnên Kobanî dibe Reqayê

Belav bike

Çavkaniyeke taybet ji parêzgeha Reqayê ji Rûdawê re ragihand ku, hinek şahidhalan û hinek endamên DAIŞê jî tekez dikin ku berhemên zeytûnên Kobanî hatine berhevkirin û ji bo bajarê Reqayê hatine veguhestin.

Çavkaniyê diyar kir ku bi sedema tunebûna kargehên guvaştina zeytûnan û derxistina zeytê, li bajarê Kobanî, berhemên herêma Kobanî li bajarê Reqayê tên guvaştin.

Di lêkolîneke aborî de derbarê zerer û ziyanên herêma Kobanî piştî êrişa DAIŞê, mamostayê zanîngehê û aborînasê kurd Muselem Talas diyar kiribû ku li herêma Kobanî 1 milyon û 434 hezar darên zeytûnan hene û dahata wan ya salane derdora 6 milyon û 500 hezar dolar in. RÛDAW