Serrûpel Nûçe ENKS ligel nûnera Neteweyên Yekbûyî civiya (foto)

ENKS ligel nûnera Neteweyên Yekbûyî civiya (foto)

Belav bike

Piştî ku li Hewlêrê, şanda ENKS bi serokatiya Îbrahîm Biro û endametiya serokê kîmîteya pêwendiyên derve ya Encumenê Kamîran Haco û endamê komîteyê Mistefa Sîno, piştî ku serdana Yekgirtûya Îslamî, Partiya Komunîsta Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Netewî ya Kurdistanî û partiya Zehmetkşan kir û ligel serkirdeyê wan civiya, îro şanda ENKS ligel berpirsa karûbarên siyasî ya Neteweyên Yekbûyî li herêma Kurdisnaê ligel Marta Doro civiya.

Di hevdîtina ligel berpirsa Neteweyên Yekbûyî şanda Kurd behsa girtina serkirdeyên partiyên siyasî li rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYD ve kirin û bal kişande ser wê yekê, her wiha behsa dorpêça li ser herêmên kurdî ji aliyê rêjîma Sûriê û Daişê ve kir.

ENKS di hevdîtina xwe de bal kişande ser wê yekê ku alîkariyên derbasî rojavayê Kurdistanê dibin, PYD dest datîne ser û nahêle bi awayekî adîlane li ser xelkê were belavkirin.