AVESTA KURD - Kurê serokê berê yê Îraqê Celal Talabanî, Bafil kurek jêre çêbû û nav kir Kobanî. Bafil zavayê Berpirsê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Bextiyar e. Mele Bextiyar li ser rûpela xwe ya Facebook nivîsand ku neviyekî wî ji dayîk bûye û nav lê kirine Kobanî, ew jî ji ber berxwedana Kobanî li hember Daişê.