Serrûpel Nûçe PYD dest bi girtina ciwanên PDK-S kir

PYD dest bi girtina ciwanên PDK-S kir

Belav bike

AVESTA KURD – Li Efrînê ev çend rojin, tevlîheviyeke mezin heye. Asayîşa PYD li Efrînê pêşmergeyekî rojava bi navê Îbrahîm Korîş girt (ji gundê Çolaqan), piştre dema ku pismanê wî Mehmûd Korîş xwest li rewşa wî bipirse û nerazîbûna xwe li hember girtina wî nîşan da, asayîşê ew jî girt.  Piştre rojnamevanê bi navê Elî Ebdulrehman, Lezgîn Berekat, Mihemed Mostefa Cimo (ji gundê Basûtê), bi tevayî 16 kes girtin. Heta niha kesek nizane çarenivîsa wan çi ye.