Serrûpel Nûçe “500 kes ji başûrê Kurdistanê di nava DAIŞ de ne“

“500 kes ji başûrê Kurdistanê di nava DAIŞ de ne“

Belav bike


Di amara Wezaret Ewqaf ya Herêma Kurdistanê de hatiye ku, ji wan 500 kesî, 100 kes li Sûriyê û Iraqê hatine kuştin û 58 kes ji wan vegeriyane Herêma Kurdistanê û 65 kesên din jî, dev ji wê rêxistinê berdane û berê xwe dan welatên Ewrûpa.

Di vê derbarê de, rêveberê li Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî got:“ Li gor wan zaniyariyên ku bi dest wan ketine , di dawiya hefteya bûrî de nêzîkî 20 çekdarên Kurd ên di nav çekdarên DAIŞ`ê de, li deverên Mexmûr û Giwêr, xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin“.

Merîwan Neqişbendî derbarê nasnameya kesên ji Herêma Kurdistanê peywendî bi DAIŞ`ê re kirine got:“ Piraniya wan kesan Feqe û xwendekarên dibistanên Îslamî yên ser bi Wezareta Ewqafê ve ne, lê beşek ji wan derçûyê kolîjên Şerîe, Perwerde, Zanist û Çandiniyê ne“.

Herwiha Merîwan Neqişbendî got:“Heta niha 3 meleyan ji Herêma Kurdistanê pywendî bi DAIŞ`ê kirine û çûne nava wê rêxistinê ku, ew jî ji taxa Daratû ya bajarê Hewlêrê, nehiya Sengeser ya ser bi qezaya Raperîn û navçeya Germiyan ve ne“.

Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, di sala 2011-2012 li Sûriyê dirustbûye, piştî ku çend navçeyên Sûriyê dagîrkir, di navîna sala 2014`an êrîşe ser çend navçeyên Iraqê û Herêma Kurdisatnê kirin û di encam de pêarêzgeha Selahdîn û Mûsilê lige hin navçeyên Kurdistanê jî dagîrkirin. Bas