Serrûpel Nûçe “Dixwazin di navbera PDK û PKK de fitne çêbikin”

“Dixwazin di navbera PDK û PKK de fitne çêbikin”

Belav bike

Li gorî malpereke nêzîkî PKKê, Endamê Rêveberiya KCKê Murad Karayilan, li ser şerê DAIŞê li Kobanî û Başûrê Kurdistanê diyar kir ku helwesta kurdan li hember DAIŞê helwestek netewî ye û got, ji ber vê yekê Gerîla û Pêşmerge derbasî Şingal, Laleş, Kerkûk û Kobanî bûn.

Karayilan anî ziman ku qesta wan ji şandina gerîla bo Başûr tenê parastina gelê kurd û destkeftiyên wî beşê Kurdistanê ye û wiha axivî:

“Lê hinekan fitne çêkirin, bi taybet ji bo navbera me û PDKê nakokî peyda bikin û wekî ku hesabên me yên cuda hene, nîşan dan. Fitne pêşxistin ango wisa xwestin nakokiyan peyda bikin, şik û guman ava bikin. Lê armanca me pir zelal e, ew jî parastina destkeftiyan e.”

Wî rayedarê KCKê her wiha eşkere kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê peyamekê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bişîne û jê daxwaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd bike, çimkî şert û mercên niha kurdan neçar dike netewî bin.

Murad Karayilan li ser sala 2015an jî got ku sala 2015an dê bibe saleke girîng ji bo kurdan, çimkî bingeha pêşketinên mezin di sala 2014an de hat avakirin. Rûdaw