Serrûpel Nûçe Almanya alîkariya xwe ji bo Kurdistanê berdewam dike

Almanya alîkariya xwe ji bo Kurdistanê berdewam dike

Belav bike

Xanim Ursula kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirina germ ji alyê  Kurdistanê ve anî ziman û got wê alîkariya Almanya ji bo Kurdistanê berdewam bike.
Di hevdîtina ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, wezîra almanî serxweşî ji bo malbatên şehîdan xwest ku di şerê li dijî DAIŞ de şehîd ketin.
Serokwezîr Barzanî jî spasiya xwe ji bo wezîra almanî û hikûmeta Almanya anî ziman. Barzanî ji ber hikûmet û gelê Kurdistanê ve spas kir ku Almanya alîkariya eskerî, lojîstîkî û madî ji bo herêma Kurdistanê pêşkêş kir.
Serokwezîr Barzanî got, alîkariya serbazî ya Almanya bandoreke mezin li şerê li dijî DAIŞ kir û mêzîna şer guhert.
Ev serdana duyemîne ya wezîra almanî ji bo Kurdistanê.