Serrûpel Nûçe Barzanî: 50% ji koçberan zarok in

Barzanî: 50% ji koçberan zarok in

Belav bike

Di dîdarekê de ku, hijmareke berpirsên rêxistina UNICEF  li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqiya û Îraqê amadebûn, şandeya navborî got ku, ew ji bona ji nêzîk haydarbûn li ser rewşa Îraq û herêma Kurdistanê û tesîra şerê dijî terorê li ser zarokan bi giştî û zarokên penaber û koçber bi giştî serdana Îraq û herêma Kurdistanê kiriye û di vê serdanê de ew dixwazin digel Îraq û herêma Kurdistanê pilana bidestxistina hevkarî û budceyeke pêwîst bo alîkarîkirina zarokan gotûbêj bikin, bi tyabetî di rewşa şer  û koçberiyê de zarok di rewşeke dijwar de dijîn û pêwîstiya wan bi hevkarî û çavdêriyê heye.

Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa zarokan li herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa zarokan li kampên koçberiyê kir û got ku, 50% ji koçber û penaberan zarok in û jiyana li kampan û rewşa koçberî û penaberiyê bi awayekî ber bi çav tesîreke negetîv li ser zarokan û hemû aliyên jiyana wan weke perwerde, saxlemî, civakî û jîngehê kiriye. Bi taybetî pirsgirêka xandinê hene û berî hatina penaber û koçberan jî pirsgirêka kêmiya dibistanan li herêma Kurdistanê hebû û hijmara zêdeya xwendekarên koçber û penaberan jî ew pirsgirêk kûrtir kir.

Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta Îraqê weke pêwîst hevkarî û alîkariya koçber û penaberan nekiriye û ew 700 mamosteyên li kampan zarokên koçber û penaberan perwerde dikin, hikûmeta herêma Kurdistanê miaşê wan dide û hikûmeta Îraqê miaşê wan nahinêre.  Pêwîste civaka navdewletî, welatêm Kendavê û hikûmeta Îraqê bi awayekî cidî li zarokên koçber û penaber xwedî derkevin û di vî warî de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin û pêşbînî tê kirin hijmara koçberan bo herêma Kurdistanê zêdetir bibe.

Serkeftinên pêşmerge di cenga dijî terorîstên DAÎŞ de, rewşa deverê bi giştî û rewşa aloza Suriyê û tesîra nêgetîv a bûyeran li ser rewş û jiyana zarokan û pêwîstiya karê hevbeş di navbera aliyên peywendîdarên navdewletî û navxweyî de ji bo çavdêrîkirin, parastin û alîkarîkirina zarokan hin mijarên din yên dîdarê bûn.