Li Hewlêrê di hola Seid Ebdulla bi navê “Qirkirina Nijadî ya li ser Xiristiyan û Êzdiyên li Iraqê” duh 8ê Sibatê panelek hat li dar xistin. Ji dîn û mezhebên cuda gelek rayedar û welatî beşdarî panelê bûn û dema ku li keçikan guhdar kirin giriyan.
Keçikên ku ji Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ji ber ewlehiyê li pişt perdeyekê axifîn. Destûr nehat dayîn ku wêne û dîmenên wan bên kişandin.
Keçika 17 salî ya bi navê kod “Vaha” bi karanî got ku dema ew ji gundê Tel Azera Şingalê reviya bi malbata xwe ve kete destê DAIŞê.
Vaha wiha axifî: “Çekdar bi 5 otombîlan ve hatin û em wek mêr, jin, zarok û keçikên veqetandin. Li ber çavên me 17 mêr bi hovane kuştin. Yên ku dihatin kuştin li çavên malbatên xwe dinêhêrin û wiha dihatin kuştin. Bêyî ku bibêjin ciwan û kal in, li herkesî xistin û êşkence kirin.”
“Bav, bira û apê min jî kuştin”
Vaha da zanîn jî ku bav, bira û apê wê jî di nav wan kesên ku hatine kuştin de bûn û wiha axeftina xwe berdewam kir: “23 jinên ku wek dîl hatibûn girtin hildan birin Baaca navçeya Misûlê. Bi jinên din ên ku ji herêmên din anîbûn ve hejmara me gihîşte 200î. Ji wir jî em bi kemyonan ve birin Misûlê. Li wir jî bi jinên gund û navçeyên din ve hejmara me bû 500. Em li Misûlê di Hewyana Dawetê ya Galaxyê 10 rojan birçî man. Êrîşî jinan dikirin, xirab tevdigeriyan. Em pir tirsiyan. Piştre em kom komî kirin û birin malan. Hinek dihatin keçikên ku jê hezdikirin dikirîn dibirin.”
“Her roj li me dixistin û dest dirêjî me dikirin”
Vaha serpêhatiya xwe bêhtie zelal dike û dibêje ku yekî bi navê Ebu Leyd bi wê ve 20 keçik sitend û li wir jî pişk avêtin û ew belavî çekdarên DAIŞê hatin kirin.
Vaha got ku her çekdarekî keçikek bir û wiha dewam kir: “Yekî dest dirêjî min kir, lê min li ber xwe da. Min nexwest ku ez ji hevalên xwe veqetim. Lê wî li min xist û her roj dest avêtin me. Mêrikekî 50 salî keçikeke 5 salî hilda û ji xwe re bir. Em nizanin ka çi anîn li serê wê. Ji ber ku tiştek dixistin nav xwarina me her tim xewa me dihat û wan jî çi bixwesta ew dikirin. Me pir zehmetî dît.”
Vaha got ku dema ku herêmên nêzîkî Mûsilê hatin bombekirin çekdarên ku li ber deriyê wan nobedar bûn ji cihê xwe reviyan û wiha axivî: “Dema ew çû em jî şev saet 11.00an ji wir reviyan. Yên ku ji me çûn ji xwe çûn. Ez hê jî her roj xewnên nexweş dibînim. Wek ku ewê min birevînin hest dikim. Hikûmeta Iraqê û Kurdistanê divê heman rizgar xilas bikin.”
“Derman didan jinên ducanî da zarokê wan li ber wan here”
Xezal Mîrzo ya ku 21 salî jî got ku çekdarên DAIŞê li ber çavên wan gelek mêrên êzdî kuştin û wiha axivî: “Ez sê mehan di destê wan de mam û dest dirêjî me kirin. Derman didan jinên ducanî da zarokên wan li ber wan herin. Zilm li mirovên bêguneh kirin. Dema me êş dikişand ew xweşa wan diçû.”
Mîrzo got ku dema ku wan nedihîşt û li ber xwe didan derman dixistin nav xwarina wan û wiha dewam kir: “Her roj zilm li me dikirin. Rojên jiyana min ên herî zor û qirêj ew roj bûn. Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmetên Iraq û Kurdistanê dixwazin ku bila jinên me û dîlên me ji destên wan rizgar bikin. Em li vir jiyana xwe ya rojane didomînin, lê li cihên din DAIŞ hê jî zilmê mirovan dike. Wan şeref, namûs û dînê me binpê kirin.”
“Divê her kes qirkirin û tundiya li ser êzdiyan qebûl bike”
Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmûd Salih jî diyar kir ku wan komîteyek ava kiriye ku ew zirar û qirkirina DAIŞê ya li ser zirar kêmnetewan lêkolînê bikin.
Mehmûd Salih da zanîn ku ew xebatan dikin ku bila her kes qirkirina êzdiyan qebûl bike û wiha axivî: “Dema ku mehan berê Şingal hat dorpeçkirin êzdiyan xwe spartin çiya. Pişt re bi rojan meşiyan û di wê rêwitiyê de gelek mirin. Ev qirkirinek bû û divê her kes vê qirkirinê qebûl bike. Bi saya vê konferensê em dixwazin bila her kes guh bide gotinên van keçikan. Bila Iraq û Dadgeha Tawanan ya Navdewletî van bûyeran wek qirkirin bi nav bike. Ji ber vê em çûn welatên Ewrupayê û me belgeyên di destê xwe de da wan. Me ji 20î zêdetir civîn kir. Lê divê dadgehên Iraqê biryara qirkirinê bide.”
Panel wê du rojan dewam bike. Biryarên ku di panelê de hatin hildan û biryar wê wek raporekî rayedarên neteweyî û navneteweyî ve bê parvekirin. BAS