Serrûpel Magazîn Xêro Ebas Kantonan nas nake

Xêro Ebas Kantonan nas nake

Belav bike

 Lewma gelek kesan bawer kir ku Xêro piştevaniya rêjîma Esed dike. Lê di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re, Xêro rastiya wê dîmena vîdyoyê eşkere dike û dibêje wî li jêr fişar û zextê ew stran got û eger wisa nekira dê bihata windakirin.

 

Xêro Ebas (53) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1986, Xêro çû Almanyayê û yekem albûma xwe ya stranan di sala 1998 de bi navê Berxwedan weşand.

 

Rêkewt Selam: Te di albûma xwe ya yekem de, stranên çend hunermendên kevnare belav kirin. Armanca te ji vê yekê çi bû, te dixwest navê xwe derxî?

 

Xêro Ebas: Ez bawer nakim ku hunermendek bi gotina strana hunermendekî din navdar bibe. Lê ev li ser hunermend bixwe dimîne bê çawa dest bi karê xwe yê hunerî dike. Ew dema ku min tê de berhema xwe ya yekem afirand, demeke pir cuda bû; demeke nexweş bû. Hunermend nikarîbû albûmeke stranan berhem bîne. Min tenê berhemên çend hunermendên din nû kirin, wek stranên Mihemed Arif Cizîrî. Rast e, min wek wî strana wî xweş nekir. Lê min strana wî têk jî neda.

 

Bi te xweş e ku ciwan stranên te bêjin?

 

Bêguman ez pir kêfxweş dibim. Beriya demekê, ciwanekî straneke min di kanala TRT Kurdî de belav kir ku bi şêweyekî pir bedew li ser kar kiribû û ew stran pir ji min xweştir digot. Ez kêfxweş dibim dema ciwanek tê û berhemên kevn an berhemên hunermendekî zindî bi formeke nû dibêje. Lê belê eger xizmeta wê berhemê bike, ne ku bê û berhemê têk bide.

 

Tu ji Rojavayê Kurdistanê yî, gelo heta niha te konsêrt bo alîkariya penaberan saz kirine?

 

Dema ku êriş li ser Şingalê hat kirin, ez li Hewlêrê bûm. Min pir kir hawar û ez bi çend hunermendên din re axivîm ku yek ji wan hunermend Ejder Wehbî bû, da ku em bi hev re konsêrtekê saz bikin û qezencên wê bidin penaberan. Lê kesî guh li min nekir. Lewma ez bi neçarî vegeriyam Ewropayê. 

 

PKK çend kanton li Rojavayê Kurdistanê damezrandine. Nerîna te li ser van kantonan çi ye?

 

Ez nizanim kanton çi ye. Ez zêde ji siyasetê hez nakim. Lê dema Pêşmergeyek şehîd dikeve, ez pir dilgiran dibim. Gava ez dibînim kurdên Rojava û Rojhilat û Bakur dikevin bin destê dijmin de, ez pir dilgiran dibim. Kanton çawa ye û ne çawa ye û formeke çawa ye, şehrezayiya min li ser tune û ez naxwazim li ser tiştekî bipeyvim ku ez nizanim çi ye û çawa ye. Bi rastî ez nizanim ku PYDê bi tenê Rojavayê Kurdistanê birêve dibe. Divê hemû kurd di birêvebirina Rojava de beşdar bin.

 

Nêta te heye tu li Rojavayê Kurdistanê hin konsêrtan saz bikî?

 

Na, çimkî wê çaxê tenê bo partiyekê dibe û aliyên din dê ji min bixeyidin. Ez naxwazim kesî ji xwe bixeyidînim.

 

Ji bo karê hunerî, tu niha li Rojavayê Kurdistanê serbesttir î yan di dema Beşar Esed de?

 

Di dema rêjîma Sûriyê de ti azadiyek li holê nebû. Sîxurên hikûmetê di nav dezgehan de hebûn. Kesî nikarîbû di mala xwe de jî xeber bide. Lê vêga şêniyên Rojavayê Kurdistanê û hunermend jî di nav de penaber bûne û li derve kar dikin. Lewma em nikarin zanibin rewşa karê hunerî li Rojavayê Kurdistanê çawa ye.

 

Beriya ku agirê şoreşa Sûriyê bigihîje Rojavayê Kurdistanê, te di konsêrtekê de got Beşar Esed serokê gelê kurd e. Te çima wiha got?

 

Mixabin kes naxwaze li ser wê ahenga Sûriyê ji min fam bike. Ne ji mafê kesî ye ku li ser vê mijarê welatparêziyê li ser min bifroşe û xwe pê mezin bike. Piştî 23 salan ji dûrketina min ji welêt, min xwest konsêrteke mezin ji gelê xwe re li Rojavayê Kurdistanê saz bikim. Lê Dezgeha Sîxuriya Sûriyê konsêrta min qedexe kir. Mehekê ez çûm û hatim. Di dawî de Dezgeha Sîxuriya Sûriyê razî bû ez konsêrtekê saz bikim. Lê bi şertê ku ez stranekê bavêjim ser Beşar Esed û pesnê wî bidim. Min ji wan re got ez hatime konsêrteke hunerî saz bikim. Ez nehatime konsêrteke siyasî çêbikim. Piştre Dr. Mehmûd Osman li Başûrê Kurdistanê mijarek belav kir ku hikûmeta Sûriyê nehiştiye Xêro Ebas konsêrtekê li Rojavayê Kurdistanê saz bike. Wî li dijî hikûmeta Sûriyê nivîsîbû. Lewma Dezgeha Sîxuriya Sûriyê gazî min kir û doz li min kir ez pesnê Beşar Esed bidim. Dîsa min ji wan re got, keko ez ne siyasetvan im, lê ez hunermend im.

 

Min tenê got em bixwazin an nexwazin ew serokê me ye. Eger min ev herdu gotin negotiba, dê wan ez bigirtama û ez winda bikirama. Lewma tenê li ser dika şanoyê min got, em bixwazin an nexwazin ew serokê me ye û ev welat jî ne tenê welatê ereban e lê welatê me ye jî. Lê ez teqez dikim kes nola min ji xelkê xwe û ji gundê xwe hez nake û divabû hûn ji min fam bikin gava ez dibêjim em bixwazin an nexwazin ew serokê me ye. Ev tê wateya ku em di bin destê rêjîmekê de ne. Lê mixabin hemûyan ev babet bi çewtî rave kir. Ez qet xwe tevlî siyasetê nakim. Ez ji siyasetê fam nakim. Gava ku min got em bixwazin an nexwazin ew serokê me ye, armanca min tenê sazkirina konsêrtê bû.

 

Di kongreya 13an a PDKê de, te got ji bilî Mesûd Barzanî min ji kesî din re negotiye serok. Niha li ba te ew serok e?

 

Niha ne tenê Mesûd Barzanî serokê min e. Lê Ocalan jî serokê min e. Ew Pêşmerge û şervanên ku şehîd dikevin, ew jî serokên min in. Şêx Seîd û Mela Mistefa jî serokên min bûn. Lê qet Hafiz Esed nabe serokê min.                                                                        

 

Hevpeyvîn: Rêkewt Selam / Rûdaw