Sazan Barzanî wek yekemîn keça kurd tê hejmartin ku pêngavên wê da bibe stêrkeke Hollywoodê bi başî bipêş ve diçin û girêbest jî bi çend şîrketan re îmze kiriye da karê nîşandana cilûbergan ji wan re bike.
Sazan sala 1989 li Amerîkayê ji dayîk bûye. Di peyameke kurt bo Rûdawê dibêje: “Ez li malbateke Rojhilata Navîn ji dayîk bûm û malbata min li Kurdistanê pir navdar e, lewma min kultûr û kevneşopiyên Kurdistanê bi xwe re rakirine. Lê malbata min, di karên min de zêde alîkariya min dike.”
Sazan Barzanî dixwest hevpeyvîneke berfireh bi Rûdawê re bike, lê got ku ji ber mijûlbûna wê bi karên wê ve ew nikare bi berfirehî bipeyve. Herwiha girêbestên wê bi şîrketên cilûbergan re rê nadin ew çavpêketinên rojnamevanî pêk bîne.
Sazan got: “Ez kurd im û şanaziyê bi Kurdistanê dikim, lê biborin ez vêga mijûlî nimayişeke nû me ji şîrketekê re. Min girêbestek bi wan re îmze kiriye ku li gorî wê, ez nikarim hevpeyvînan di dema niha de saz bikim. Lê ez sozê didim we ku di demeke nêzîk de emê bi hev re bipeyvin. Ez pir dixwazim ku karên min di medyaya kurdî de derkevin.”
Eger mirov di internêtê de lêgerînekê li ser navê Sazan Barzanî bike, dibîne ku ev keça kurd di medyaya amerîkî û ewropî de cihê giringiyê ye û çend hevpeyvîn di kanalên navdar ên Ewropa û Amerîkayê de pê re hatine sazkirin. Niha Sazan li Amerîkayê bi navê Kurdistanê derdikeve û pir bi navûdeng e jî.
Di tora Instagramê de, dora 200 hezar hevalên Sazanê ji seranserê cîhanê hene. Di vê tora civakî de, Sazan her roj wêne û vîdyoyên xwe belav dike û di çend dîmenên vîdyoyê de keçên kurd han dide da ku tevî karê mode û nîşandana cilûbergan bibin, daxwazê jî dike keçên kurd bi navê Kurdistanê vî karî bikin û serê welatê xwe bilind bikin.
Ev keça kurd gellek caran bo festîvalên cîhanî li Amerîkayê hatiye vexwendin û wek nimayişkareke navdar tê hesibandin.
Derketina wê ya herî nû jî di festîvala cîhanî ya SAG Awardsê de bû ku di rojên dawî yên sala 2014 de li Amerîkayê hat sazkirin.
Sazan dibêje hêj ew zarok bû ji karê mode û derketina bi cil û kincên bedew hez dikir, lewma dema bû 19 salî dest bi xwendina online li ser karê modeyê kir û hewl da bi rengekî akademîk derbasî vî warî bibe û karîbû di demeke kin de ezmûneke serketî di karên xwe de biceribîne.
Piştre Sazanê pêgeheke online ji karên xwe re dirust kir û tê de şîret li keçan kir ku çawa dikarin di aheng û merasîman de, tew di rojên normal de jî cil û kincên herî qeşeng li xwe bikin.
Ev yek jî bû sedem ku di demeke kin de, hejmara hezkiriyên wê li seranserê cîhanê bigihîje hezarên kesan û stêrkên navdar ên cîhanê jî giringiyê pê bikin.
Sazan di youtube de karên xwe ji wêne û tekstan kirine vîdyo û piştre jî çavpêketinên vîdyoyî bi çend pisporên mode û dîzaynerên cilûbergan û makyajê re belav kirine.
Sazan ji Rûdawê re got: “Ez bi hêvî me rojekê bikarim vegerim Kurdistanê û mezintirîn navenda mode û nîşandana cilûbergan vekim. Eger ev xewna min bibe rastî, wê çaxê ez dikarim piştevaniya dîzayner û pisporên modeyê yên navdar bo serketina wê navendê bidest bixim.”
Herwiha tekez dike ku, “Çend şîrketên mezin ên cîhanî jî hene ku dixwazin karên xwe berfireh bikin, ez dikarim têkiliyan bi wan re deynim û wan bînim Kurdistanê.” Rûdaw