Serrûpel Nûçe Barzanî: Emê jî petrolê neşînin Bedxayê

Barzanî: Emê jî petrolê neşînin Bedxayê

Belav bike


Serokwezîrê Herêma  Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û çîgirê wî Qubad Talebanî, îro Duşemê 16-2-2015`an serdana Wezareta Elîktirîkê kirin û li arîşeyên wê wezaretê pirsîn û ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane biqasî 3 milyar dolar piştgiriyê li kerta Elîktirîkê dike, daxwaz ji welatiyan kir ku, destên  xwe di bikaranîna Elîktirîkê de bigrin û got: “Welatî destên xwe di bikaranîna Elîktirîkê de nagrin.”

Serokwezîr Barzanî derbarê gotûbêjan ligel Bexdayê de got: “Em bi şandina 550 hezar bermîl petrol rojane pêbendin, lê Bexda ne pêbende, çûnkî ti rêjeya pereyên wê nîne.”

Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê pêbnedbûna temam bi wê rêkeftinê heye, di rêkeftinê de diyare ku, her aliyek eger pêbend nebe bi rêkeftinê, rêkeftin tê hildiweşandin.”

Herwiha Barzanî tekez jî kir ku, arîşe ne ewe ku Hikûmeta Herêma Kuridstanê bi rêkeftinê ne pêbende, belkî Herêma Kurdistanê rêjeya petrola şandî, hejmarkirina wê şandinê jî, di awayê koma giştî de be, lê Bexda ji ber ku pere nînin da ku ji bo Herêma Kurdistanê bişîne.”

Di bersivdana pirseke peyamnêrê BasNewsê de,Serokwezîr Barzanî derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de bo Hewlêrê got: “Berpirsên Iraqê hatin, Wezîrê Petrola Iraqê hat, Parlamenterên Iraqî hatin, biryare Ebadî jî were, tekez jî kir û got (Em amadene ji bo ronahîkirina helwesta xwe, çi ji destê me were em bikin û Bexdayê amadeyî ya xwe ji bo şandina beşa Herêma Kurdistanê ji dahata Iraqê aniye ziman, lê em dixwazin mafên xwe yên ku, ji butçeya sala 2015`an ya ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin bistînin.”

Derbarê kêmkirina nirxê Benzînê Serokwezîr Barzanî got: “Di dema bê de ewê civîneke taybet ji bo kêmkirina nirxê Benzînê lidarbixîne.” Bas