Serrûpel Nûçe PKK Konferansa xwe li dar dixîne

PKK Konferansa xwe li dar dixîne

Belav bike

Kongre wê li başûrê Kurdistanê li Qendîlê çêbibe.

Jêdera taybet bi AVESTA diyar kir ku, tê çaverêkirin, li ser daxwaza serokê PKK Abdullah Ocalan, hemû hêzên çekdarên yên PKK ji nava axa bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derkevin.

Beşek ji kadroyên PKK ku sûcên giran nekiribin wê vegerin Tirkiyê û werin efûkirin, hinek ji wan wê di nava karê siyasî yê legal de cih bigirin, beşek jî ji wan wê biçin başûrê Kurdistanê.

Li gor lihevhatineke di navbera serokê berê yê MIT a Tirkiyê Hakan Fidan (serokê istîxbarata Tirkiyê bû), hêzên eskerî yê PKK ku ji nava axa bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derkevin, wê li rojava û rojhilatê Kurdistanê werin bi cihkirin.

Niha jî hêzeke mezin ya PKK li rojavayê Kurdistanê di bin navê YPG û YPJ de şer dikin.

Jêera taybat bi Rûdawê her wiha diyar kir ku, Hakan Fidda hinek soz dane serokê PKK Abdullah Ocalan, ku ewê rewşa wî baş bikin, dibe ku ji zindanê derkeve û di malekê de bimîne, her wiha wê Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve hinek reforman çêbike û wê di yasaya xwe de jî hinek guhertinan çêbike.

Li aliyê din şîrovegerên Tirk dibêjin, tirsa wê yekê heye ku Qendîl Ocalan vala derxîne û dest ji sîlehan bernede.

Li gor hinek jêderan, Qendîl daxwaza Ocalan veto kiriye, ew mesaja ku şanda HDP ji Ocalan biribû Qendîlê.