Serrûpel Nûçe Barzanî ji bo Ocalan çi ji Erdogan re got?

Barzanî ji bo Ocalan çi ji Erdogan re got?

Belav bike

Sekertêrê rojnamevanî yê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergûşî di gotareke xwe de behsa serdana vê dawiyê ya serokwezîr ji bo Enqere dike û dibêje, yek ji mijarên herî sereke yên civîna Nêçîrvan Barzanî ligel Erdoxan, pirsa Aştî û Çareseriyê bû li Bakûrê Kurdistanê bû.

Ergûşî di gotara xwe de eşkere dike, ku Barzanî tekezî li ser çareserkirina pirsa Kurdan û serketina piroseya aştiyê kir û ji Erdoxan re gotiye, ku wê ev yek Tirkiyê derbasî qonaxeke pêşketî bike.

Sekertêrê rojnamevanî yê serokwezîr Nêçîrvan di gotara xwe de bi berfirehî behsa naveroka wê serdanê dike û diyar dike ku, Barzanî nerîna Qendîlê derbarê Aştiyê de gihandiye Erdoxan.

Samî Ergoşî behsa dîroka navbênkariya di navbera Qendîl û Enqere jî dike û dibêje, ji destpêka sala 2007an ve Nêçîrvan Barzanî hewl daye navbênkariyê di navbera herdû aliyan de çêke, û wê demê ji Erdoxan re gotibû, rêya çareseriyê di Îmralî re derbas dibe û kurttirîn rê ji bo çareseriyê ewe ligel Ocalan lihev bikin, lewma bi gotina wî, ew hewl bûne destpêka piroseya Aştiyê û vebûna rêya Qendîl û Îmîraliyê.

AVESTA KURD