Serrûpel Nûçe Hikûmetê daxuyaniya 3 şehîdan da

Hikûmetê daxuyaniya 3 şehîdan da

Belav bike

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser şehîdkirina sê pêşmergeyên dîl ji aliyê DAIŞê ve peyamek belav kir û tê de ragihand ku, divê çekdarên DAIŞê li hember vê tawana xwe li hêviya cezayên giran bin.

Çekdarên DAIŞê roja 19ê vê mehê vîdyoyek belav kiribûn ku tê de dihat dîtin, çekdarên DAIŞê serê 3 pêşmergeyên dîl jêdikin.


Peyama Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê wiha ye:

“Nûçeya şehîdbûna hersê pêşmergeyên mêrxas ên gelê me; şehîd Hîşam Nebîl, şehîd Piştîwan Osman û şehîd Rizgar Heme Salih bi destê terorîstên DAIŞ bi wî awayê hov û nemirovane, hemû xelkê Kurdistanê û mirovdost nerehet û xemgîn kirin.

Dîlkuştin bi wî awayê hov û dirindane, ji hemû buha û pirensîpên mirovî, olî û exlaqî dûr e, kiryarên bi wî awayî cihên wan bi tenê di ferhenga DAIŞ û terorîstên wek wan de tê dîtin.

Em bi dijwarî wê tawana hovane rûreş û şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku, dê terorîst berdêleke giran li hember vê kiryara xwe ya hovane bidin û destê dadweriyê her dê bigihê wan.

Divê terorîst bizanibin ku em bi tu awayî li xwîna kurên gelê xwe xweş nabin û divê ew li hember vê tawana xwe li hêviya cezayên giran bin.

Serê hurmet û wefayê li hember van sê şehîdên mêrxas û tev şehîdên Kurdistanê ditewînin û sersaxiyê li xwe û li malbatên serbilindên şehîd Nebîl, şehîd Piştîwan û şehîd Rizgar û tev xelkê Kurdistanê dikin.

Nemirî bo canê pîrozê tev şehîdên Kurdistanê

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê
22.03.2015”