Serrûpel Hevpeyvîn Hunermenda Kurd Hêja bi tenê maye û li muzîkjenan digere… (hevpeyvîn)

Hunermenda Kurd Hêja bi tenê maye û li muzîkjenan digere… (hevpeyvîn)

Belav bike

Hunermend û stranbêja Kurd Hêja derbara çûna xwe ya Almanyayê de kurtefilmekî ji bo televizyona almanî Phoenixê amade dike.

Hunermend Kurd Hêja ku berî çend rojan albûma wê ya nû bi navê “Stranên Neşuştî” hate belavkirin ji Rûdawê re behsa jiyana xwe û projeyên xwe kir.

Hêja dibêje: “Ji biçûkanî de hişê min pir li ser mektebe hebû. Lê malbatê guh nedida ser xwendina zarokan. Ji ber ku em li gund bûn û derfet çênedibûn min gelek caran navber daye perwerdehiya xwe. Tevî ku herkesi şîret li min dikir û digotin qismetekî te derkeve, bizewice ez pir ji zewacê ditirsiyam, min jî xwe da ser mektebê û min xelasiya xwe di wir de dît.”

Derbarê xwendina xwe de Hêja wiha dibêje: “Min li Zaningeha Boğaziçiyê beşa edebiyata îngilîzî xwend.  Ew 5 salên min ên li zaningehê bihara emre bû. Min li wir xwe nas kir û di gelek waran de xwe pêşxist. Min li zaningehê xwe fêrî muzîk û stranbêjiyê kir. Min xwe fêrî zimanasî û edebiyata Kurdî û rexneya edebiyatê kir. Ez hînî zimanên înglîzî û îspanyolî bûm. Ez wê deme fêrî biçekî farisî jî bûm.”

Hêja da zanîn ku ji ber ku malbata wê nexwestiye stranbêjiyê bike, dema zaningeh qediya wê dev ji muzîkê berdaye û ew ketim nav edebiyat û akademîye û wiha pê de çû: “Min dixwest ez herim Amerîkayê û li wir edebiyata berawirdî bixwînim. Min dê edebiyata Kurdî û edebiyata reşikên Amerîkî, Amerîkaya Latînî an jî edebiyata Îrlandî bi edebiyata Kurdî muqayese bikira. Piştî kedeke giran min bursa Fullbright stend û ez ketim Zaningeha Columbiayê ku yek ji zaningehên herî baş yê li Amerîkayê ye. Zanîngehê dê salê 90 hezar dolar bursa Masterê bidana min. Dema min xwe ji bo çûna Amerîkayê amade dikir, ez ji ber sedemên siyasî hatim girtin.”

Li ser girtina xwe Hêja da zanîn ku sedema girtina wê ew bû, keçeke kurd li mala wê diman û polîsn îdia dikir ku  ew keç endamê PKKê ye û wê alîkariya wê dikir da ku ew li Stenbolê teqînekê pêk bîne û wiha axivî: “Lê ev hemû derew bûn. Ji ber ku ez neviya Ahmet Turk im, dewletê xwest bi senaryoyeke wisa siyaseta legal a Kurdan li Bakûrê Kurdistan reş bike. Wê deme ez li ser hemû rojnameyên Tirkan wek bombekar hatim afîşekirin. Ji min re bi tevahî ji sûcên cûda 19 sal ceza dihat xwestin. Lê ji ber ku di deste dewletê de delîlên ku tewanên li ser min pişrast bikin tunebû, piştî 9 mehan ez ji hepse derketim.”

Hunermenda Kurd eşkere kir ku berî ew têkeve girtîgehê wê  dest bi karê sînemayê kiribû û hêj muzîk ne di bala wê de bû û dibêje: “Di hepsê de min xwe fêrî gîtarê kir û min stranên xwe yên ewil çêkirin. Dema Ez derketim min di filmekî metrajdirêj de wek karaktere sereke cih girt û min çêkeriya wî filmî jî çêkir. Navê filme me “Momê” ye û dê dawiya vê salê têkeve sînemayan.

Di heman demê de min biryar da ez stranên xwe jî bi awayekî profesyonel qeyd bikim. Muzîkjen Cansun Kuçukturk jî, xwedê jê razî be, alîkariya min kir û stranên min aranje kirin. Serê ewil di albûme de 8 stran hebûn. Lê dema min stran qeyd dikirin mehkemeya min bi dawî bû û min 5 sal cezayê hespê xwar. Bêyî ku ez karibim hemû stranan qeyd bikim, ez mecbûr mam werim Almanyayê. Ev sal û nîveke ez weli vir im. Min xwe di demeke kurt de hînî Almanî jî kir. Pisrgirêka min a herî mezin li vir tunebûna hevalên min ên muzîkjen in. Ango ji bo konsertan filan pêdiviya min bi hevalên sehneyê hene. Heke muzîkjenên li Almanya dijîn vê nûçeyê bibinin ez dixwazim ew bi min re têkevin têkiliyê. Dibe ku em bi hev re bixebitin.”

Hêja  da zanîn ku ew neviya siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk e,  lê ew naxwaze  ki ser malbata xwe were pênasekirin û Ahmet Turk şexsiyetek e û ew şexsiyetek e, tiştên ku ew dike dike û dibêjim aidî wê ye û ew ji wî hez dike, lê naxwaze li hevdu bibin bar.

Di berdewamiya axavtina xwe de Hêja wiha behsa xebatên xwe yên niha kir: “Ez niha li mektebeke medyayê dixwînim. Ez dê vê mehê kurtefilmekî bikşînim ji bo televizyona alman Phoenix. Film di derbarê hatina min a Almanyayê de ye. Dema ez ketim Almanyayê polîsê alman hemû cilên min ji min kirin û lêgerîna laş a tazî li min kir. Min xwest ez vê tecrûbeya xwe bikim filmek. Min proje lêkir û hat qebûlkirin. Navê mekteba min Hamburg Media School e. Film dê bi alîkariya wan were çêkirin. Ev cara ewil e ku ez derhêneriyê diceribînim. Ya rast ez hinekî jî ditirsim. Ji ber ku tu nêta min a derhêneriyê tunebû, min texmîn nedikir proje were qebûlkirin jî.

Ji bilî vê em lîstikeke şanoyê amade dikin. Ez, lîstikvanê hêja Alan Ciwan û derhênerê şanoyê Huseyin Umaysiz em bi hev re romana Bextiyar Elî ya bi navê “Qesra Balindeyên Xemgîn” dikin lîstik. Promiyera me 26ê Nîsanê ye. Herwiha me tevlî hin sînemakarên kurd li Hambûrgê Kolektîfa Sînemayê damezirand. Ez ji bo wê kolektîfî dixebitim. Em ji bo sînemaya kurdî dixebitin. Wekî din 2 projeyên kurtefilman heye ez ê di wan de bilîzim. Herwiha dibe ku ez di hêj filmên kurdî yê metrajdirêj de jî bilîzim lê ew hêj ne diyar in.”

Hêja da xuyandin ku ew valahiya di jiyana xwe de bi karê hunerî tejî dike û got: “Dema yek pênaber dibe, dikeve nav tenêtiyeke bêhempa. Hemû jiyana te, hevalên te, dostên karê te li paş te dimîne û tu bi bêkesiyeke kûr re rû bi rû dimînî. Di jiyana min de valahiyek mezin çêbû, ez bi tenê mame. Niha ez wê valahiyê bi karê muzîk, sînema û şanoyê tije dikim.”

Hunermenda kurd bal kişand li ser zehmetiyên jiyana xwe û got: “Pistî ez hatim vir û min mafê rûniştinê stend min dîsa hewl da ez herim Amerikayê ji bo Masterê lê dewleta Amerîkî vîze neda min. Zaningeha Columbiayê pistgiriya min kir û got were em bûrsa te didin te. Lê konsolxaneyê got, malbata te, karê te, mekteba te tuneye li Almanya. Lewma em bawer dikin heke tu werî Amerîka tu venagerî Almanyayê. Bi vî rengî akademî ji nav jiyana min derket. Nebû qismetê min, min jî berê xwe da hunerê. Berî ez derkevim min debara xwe bi tercumaniyê dikir. Min di navbera Kurdî-îngilîzî-tirkî tercumanî dikir lê êdî ez nikarim. Ji bo ku ez karibim karê tercumaniyê bikim divê ez Almaniya xwe bi qasî îngilîziya xwe pêş bixim. Hêviya min ew e, ez di nava salekê de vê armanca xwe bi cî bînim. Ji ber ku mixabin nepêkan e, hunermendên Kurd debara xwe bi hunera xwe bikin. Gelek kêm kes bi vî rengî jiyana xwe debar dikin ez ne yek ji wan kesan im.” (Rûdaw)