Serrûpel Nûçe Barzanî 3 ton derman şand rojavayê Kurdistanê

Barzanî 3 ton derman şand rojavayê Kurdistanê

Belav bike

Berpirsê Derbasgeha Sînorê Pêşabûr eşkere kir, rê ji bo birîndarên Hesekê vekiriye û heta niha şeş birîndar gihîştine Herêma Kurdistanê û bi biryara Serok Barzanî jî 3 ton derman ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.

Şewket Berbiharî Berpirsê Derbasgeha Xala Sînorî ya Pêşabûr, bi malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand: Vê sibehê dû birîndarê teqîna Hesekê û berî nîvro jî sêyên din û nîvro jî birîndarekî din gihîştine vê sînûrgeha me û ji bo çareserkirina hatine Herêma Kurdistanê.”

Şewket Berbiharî got: Nek niha hemû dem rê ji bo birîndarên Rojavayê Kurdistanê vekiriye û tu demekî rê nehatiye girtin. Berpirsê Sînorgeha Pêşabûr ragihand, li roja teqînê ve nexweşbira (Ambulans) me amadeye û her demek bên rê vekiriye.

Her wiha got: Bi biryara Serok Barzanî sê ton kîsên xwînê û dermanên din me şandiye Rojavayê Kurdistanê. (Rojevakurd)