Serrûpel 2015 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2015

YPG: Ji me re negotin pêşmerge ji Kobanî diçin

Berdevkê YPG Rêdûr xelîl, li ser derketina pêşmergeyan ji Kobanî got, haya wan ji wê yekê tune bû û kesekî ji wan re negot ku wê Pêşmerge ji Kobanî derkevin.

Delîl Dîlanar klîpa “Pêşmerge” çêkir

Hunermendê Bakurî Delîl Dîlanar li ser Pêşmerge stranek gotiye û klîpa wê jî kişandiye.

Efrîn-FLAŞ: Şervanên YPG 2 kes ji hev kuştin

Li Efrînê ragihand ku duh se'et 10ê êvarê li serbazgeheke YPGê li gundê Qurt Qulaqê yê navçeya Şera, di navbera çend şervanên YPG şer û pevçûn derket û di encamê de 2 şervanan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Pêşmergeyên Kobanî gihiştin Hewlêrê

Karwanê çarem ê Hêzên Pêşmerge li Kobanî, piştî ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibûn niha ji Balafirgeha Rihayê ber bi Başûrê Kurdistanê ve birê ketibûn, niha gihîştin Hewlêrê.

Terorîstên teqîna Enkawa itîraf kirin (Vîdyo)

Di dîmeneke vîdyoyê de ku Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kopiyeke wê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandiye, encamderên teqîna bajarokê Eynkawayê behsa awayê encamdana vê teqînê dikin.

Wê ENKS û TEV-DEM li Cinêvê bicivin

Endama Lêveger Siyasî ya Kurd Mizgîn Ehmed diyar kir ku dê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) dê li bajarê Cinêv ê Sivsreyê bicivin.

“Em nahêlin kesek Kurdbûna Êzîdiyan xerab bike”

Nûnerê kurdên êzîdî li Parlamentoya Kurdistanê de, hemû hewlên bo cudakirina Kurdên êzîdî ji Kurdistanê red dike û dibêje, kes nikare nikare nasnameya êzîdiyan têk bibe û ti hewlekê bo têkbirin û şêwandina nasnameya êzîdiyan qebûl nakin.

Heyder Şeşo Partiya Êzîdiyan ava dike

Fermandarê Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo ragihand ku, ewê partiyeke taybet bi êzîdiyan ava bikin.

“Em amade ne ligel Esed bicivin“

Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê, Ebdulhemîd Derwîş ragihand ku divê em li kanalekê bigerin bo gihêştina diyalogeke cidî li gel rêjîma sûriyê bo derxistina gelê sûriyê ji karesata ku roj bi roj kûr dibe.

Beşikçî: Divê HDP ji bo Kurdan zêdetir bixwaze

Sosyolog û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşikçî dibêje Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tişta bo Filîstinê dixwze divê bo kurdan zêdetir bixwaze.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com