Serrûpel Magazîn Delîl Dîlanar klîpa “Pêşmerge” çêkir

Delîl Dîlanar klîpa “Pêşmerge” çêkir

Belav bike

 

Hunermend Delîl Dîlanar ji bo hurmeta xebat û fedakariyên Pêşmerge stranek bi navê Pêşmerge gotiye û klîpa wê jî kişandiye.

 

Berpirsê wê berhema Dîlanar, Îsa Mêrgesorî ji Rûdawê re got, Delîl xwest bi straneke netewî piştevaniya xwe bo Pêşmerge nîşan bide. Me jî alîkariya wî kir û Korek Telecomê jî sponsertiya klîpa wî kir.

 

Îsa Mêrgesorî da zanîn ku helbesta stranê ji aliyê Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin û mûzîka wê jî ji aliyê Delîl Dîlanar ve hatiye danîn. Rûdaw