Serrûpel Nûçe Ayata: PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye

Ayata: PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye

Belav bike

Ayata di nivîsa xwe ya bi navnîşana “Kongreya PKK û Erdoga” de dibêje: “Berî niha PKK di nava xwe de gotûbêj kiribû ku dest bi amadekariyên kongreyê bike, PKK xwe ji vê qonaxê re amade kiribû lê daxuyaniyên Erdogan hatin. Erdogan dibêje ku ew li dijî daxuyaniya hevbeş ya hikûmet û HDP ye, herwiha li dijî şanda çavdêriyê ye, piştire got ku pirsgirka kurd nîne. Van daxuyaniyên Erdogan pêvajoya çareseriyê rawestandin.”

Herwiha Ayata diyar dike ku “Hikûmetê jî li hemberî daxuyaniyên Erdogan helwest wernegirt herwiha wekî ferman pesend kir, lewma PKK rewş ji nû ve nirxand.”

Navborî wiha berdewam dike “Eger pirsgirêka Kurd nebe û ji bo pêşdeçûna pêvajouê mîkanîzmek çênebe, wê demê pêwîstiya kongreyê j namîne. PKK ji bo kongreyê pişta xwe bi vê mîkanîzmê girê dida. Herwiha pêngavên cihê baweriyê jî nehatine avêtin, berovajî wê yekê jî pêngavên hilweşandina pêvajoyê hatinn avêtin, lewma PKK dest ji amadekariyên girêdana kongreyê berda.”

Roja 28ê Sibata borî, şanda HDP ya Imraliyê nameya 10 xalî ya Ocalan pêşkêşî hikûmetê kirin, ku tê de rêberê girtî yê PKK Abdulla Ocalan banga girêdana kongreyê çekdanînê li partiya xwe kiribû. Bas