Serrûpel Nûçe PYD li ser serdana Davutoglu ji bo Kobanî çi got?

PYD li ser serdana Davutoglu ji bo Kobanî çi got?

Belav bike

 

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu îro derbasî gundê Eşmê yê yê Rojavayê Kurdistanê bibû û çûbû ser tirba Silêman Şah.

 

Şêwirmendê Desteya Derve ya Kantona Kobanî Umer Ellûş li ser wê serdanê ji Rûdawê re ragihand, haya wan ji serdana Davûtoglu tinebû lê ew vê serdanê weke dijminatî yan jî destdirêjiyekê nabînin.

 

Umer Ellûş herwiha got ku ne ew û ne jî hikûmeta Sûriyê dikarin tiştekî li hemberî serdana Davûtoglu bikin û wiha got: “Eger hikûmeta Sûriyê vê serdanê weke destdirêjiyekê dibîne, bila rê li ber wê bigire, eger bikaribe”.

 

Wî rayedarê Kantona Kobanî destnîşan kir ku ew weke hikûmeta Sûriyê li serdana Davûtoglu nanêrin û got ku serdana Davûtoglu tenê serdaneke protokolî bû.

 

Ellûş tekez kir ku ew naxwazin pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re têk bibin û got ku berjewendiyeke wan a hevbeş bi hikûmeta Tirkiyê re heye û ew jî rûbirûbûna DAIŞê ye.

 

Hikûmeta Sûriyê serdana Davûtoglu ya gundê Eşmê wek binpêkirina serweriya Sûriyê nirxandibû.

 

Tirba Silêman Şah roja 22ê Sibata îsal ji ber şerê DAIŞê ji gundê Qereqozaqê yê Munbicê yê Sûriyê bo gundê Eşme yê Kobanî hatibû veguhestin.