Serrûpel Nûçe Çima YPG alîkariya ji bo şehîdan qebûl nekir?

Çima YPG alîkariya ji bo şehîdan qebûl nekir?

Belav bike


Şeva 2yê Gulanê hejmarek ji sermayedar, dewlemend û xwediyê şirketan, helwesteke niştimanî nîşan dan, bi beşdarbûna wan di Kampanyaya Renca Şehîdan (Keda Şehîdan) de. Herwiha çend kesayetî, rewşenbîr, xwendekar û xelkên Kurdistanê jî helwesteke welatparêzî nîşan dan.

Tişta ku heta niha di hesabê kampanyaya Rûdawê de hatiye komkirin, 16 milyon û 800 hezar dolar in. Herwiha ji 65 mal û xanî û 320 bûrsên xwendinê bo malbatên şehîdan pêk tê.

Hemû pere û xanî dê di rûniştineke vekirî de di çend rojên bê de bi awayekî rasterast pêşkêşî malbatên şehîdan werin kirin, ew jî di bin serperiştiya komîteya kampanyaya Renca Şehîdan. Herwiha ew 320 bûrsên xwendinê jî dê pêşkêşî Wezareta Şehîdan bê kirin da ku ew bi rêya xwe bi ser xwendekaran de belav bike.

Emê di daxuyaniya xwe ya bê de, navê şirket û aliyên ku tevlî vê kampanyayê bûne û hejmara pere, xanî û bûrsên ku dane, belav bikin.

Herwiha em dixwazin wê yekê jî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re rabighînin ku, Tora Medyayî ya Rûdawê ji roja 28ê Nîsanê de peyamek fermî pêşkêşî hersê kantonên Rojava (Kobanî, Efrîn û Cizîrê) û Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku navê şehîdên şervanên YPGê di şerê li dijî DAIŞê de jî ku li Rojava şehîd bûne, bişînin da ku ew jî di vê kampanyayê de bêpar nebin.

Tevî ku wan spasiya xwe nîşan dan û çend caran dem diyar kirin bo bersivdana peyama me, lê heta niha bersiv nedane. Ew jî bûye sedem ku malbatên şehîdên şervanên Rojavayê Kurdistanê ji vê kampanyayê bêpar bin.

Tora Medyayî ya Rûdawê spasiya xwe bo bidenghatina hemû wan sermayedar û şirket û kesan dike, ku wek bexşder di vê kampanyayê de beşdar bûne.

Li vê de jî em radigihînin ku emê navê wan hemû kes û şirketan belav bikin û bidin serokatiya Herêma Kurdistanê, da ku vî karê wan ê xêrxwazî li ber çavan bigirin di projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Tora Medyayî ya Rûdawê hêvî dike ku bi Kampanyaya Renca Şehîdan karibe karekî niştimanî pêk anîbe, ku bûye sedema pêşkêşkirina alîkariyan bo malbatên wan kesên ku xwe kirine qurbanên azadiya Kurdistanê, ji ber ku bi bê azadiyê pêkanîna karekî profesyonel naçe serî.

Tora Medyayî ya Rûdawê

17-5-2015