Serrûpel Dosya Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd

Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd

Belav bike

Zinarê Xamo

Gelek spas ji bo Ziya Avcî û weşanxaneya Nûbiharê

Ziya Avcî, vê carê jî bi wergera kitêba Mihemed Resûl Hawar ya li ser Smaîl Simko Axa, ”Simko Axayê Şikakî û Tevgera Netewî ya Kurd” xizmeteke pir hêja, pir giranbuha kiriye.

Li gorî serok û serîhildanên kurdan yên Kurdistana başûr û bakur, li ser Kurdistana rojhilat, dîrok û serîhildanên kurdan yên li vî beşê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Smaîl Simko Axayê Şikakî û têkiliyên wî yên bi tevger û serokên kurdan yên wê demê ra kurdên bakur kêm tiştan dizanin.

Kurdên bakur bi qasî ku Mele Mistefa Barzanî û serîhildana wî nas dikin, Simko Azayê Şikakî, xebata wî ya ji bo kurd û Kurdistanê, têkiliyên wî yên bi serîhildanên kurdan yên wê demê ra nas nakin, jê zêdene ne haydar in. Ev jî kêmasiyeke me ya mezin e.

Halbû Simko Axayê Şikakî, di tarîxa kurdan de şexsiyetek gelekî mezin û gelkî muhîm e.

Wî ne tenê li hemberî Îranê û şahîtiyê serî hildaye, gelek caran li hemberî osmaniyan, tirkan, îngilîzan jî şer kiriye, bi rûsan ra ketiye gewriya hev. Têkiliya wî bi serokên kurdan yên wê demê yên wek Seyid Taha,

Abdurezaq Bedirxan û bi Şêx Mahmûdê Berzencî ra çêbûye. Bi Abdurezaq Bedirxaniyan ra ketiyê nava hin têkilî û xebatên kulturî.

Lema jî Simko Axayê Şikakî, heta roja ku bi bêbextî ji alî şah Pehlewî ve hat qetilkirin ji bo azadiya kurdan tim di nava xebatekê da bû.

Naskirina Smaîl Axayê Şikakî ji bo dîrok û liberxwedana kurdan ya hersê beşên Kurdisanê gelkî muhîm e.

Bi wergera vê berhema hêja ya li ser Simko Axayê Şikakî û tevgera kurd ya netewî ya li rojhilatê Kurdistanê Ziya Avcî him valahiyeke dîrokî dagirtiye û him jî ji dîrokhezan ra xizmeteke mezin kiriye.

Ziya Avçî, heta nuha ji soranî gelek berhemên hêja wergerandin kurmancî û ji dîroka kurd û Kurdistanê ra bi rastî jî xizmeteke bêhempa kir. Ev wergera wî ya li ser Simko Axayê Şikakî jî yek ji wan xebatên wî yên hêja ne.

Min kitêb nedîiye û nexwendiye. Înşelah di rojên pêş da ezê bixwînim.
Ji bo vê xebata wî ya hêja ez Ziya Avcî û weşanxaneya Nûbiharê pîroz dikim û dibêjim hezar carî mala we ava be.

Kurdên Kurdistana bakur gelkî mohtajê berhemên wiha ne.

13254791_985902051523599_7370587342397541418_o.jpg

xxx

Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd
Mihemed Resûl Hawar

Mamoste Mihemed Resûl Hawar, kedeke gelek mezin daye; hemû kitêb, rojname, kovar, belge û arşîvên li ser Simko û tevgera wî hene –çi yên di leh û çi yên di eleyhê de- şeh kirine û bi awayekî berawirdî-rexneyî daye ber xwe û wekî kitêbeke hecma wê mezin amade kiriye.

***
Bêguman serhildan û şoreşa Simko ne tenê berhema Simko bi xwe ye. Ew bûyer û serpêhatî ji ber xwe ve nekelîne. Hemûyan bi Simko û di wextê Simko de dest pê nekirine û beriya Simko jî zincîrek serpêhatî, bûyer, serhildan û şoreşan rû dane. Dema ku Simko bûye desthilatdar û di herêma xwe de hevsarê şoreş û serhildanê girtiye destê xwe; wî pişta xwe daye gelek serpêhatiyên dîrokî yên beriya xwe ku xelekên zincîra wan serpêhatî, serîhildan û şoreşên beriya wî yên nîvco mane, temam bike.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd
Nivîskar: Mihemed Resûl Hawar
Wergêr: Ziya Avci
Weşanxane: Nûbihar
Rûpel: 608
Cûre: Dîrok-vekolîn
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Ebat: 13,5 x 21
Tîp: Latînî
Li Nûbiharê Çapa Yekem: 2016