Hêzên YPG’ê di roja 29’an a Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, di navbera çiyayê Kizwanan û gundê Alya yê Til Temir de operasyonên xwe zêde kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandine, şervanên YPG’ê di çarçoveya operasyona ku îro serê sibehê dabûn destpêkirin de gundên Sifayan, Gern, Ebu Fixat, Mişêrfê Hedadê, Elgana Mubarek, Um El-fexeyez û çerxerêya Reîsî ji çeteyan paqij kirin.
Di pevçûnan de 13 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.
Bi vî rengî şervanên YPG’ê rêya Ebu Xeşeb ku hem diçe Dêra Zor, hem diçe Reqayê û çeteyan wekî rêya sereke bikar dianîn, girtin bin kontrola xwe.
Operasyonên li herêmê didomin. anha